Di vê pirtûkê da çardeh çîrokên modern hene, ev çîrok hem ji hêla zimanê xwe ve û hem jî ji hêla mijarên xwe ve balê dikişînin ser xwe. Navên çîrokan ev in:

• GELO MELA ÇIMA MIR? • HEZAR CARÎ HELA • KENÊ BÊTORE • MELA ŞEKIR • XALTÎYA EYŞO

• NÎVCO • XEZEB • CARNA MIROV DOZA TIŞTÊN NEBAŞ JÎ DIKE! • DOLMÎŞA XALÊ MIHEME

• BAŞ E KU DÊYA MIN NEÇÛYE MEKTEBÊ • ŞAHEVÎN • MEKTÛBA GORBAÇOVÎ • QÎZA BAVÊ XWE • XÎRETA GUNDÎYAN •

 

“Li vê dinyaya destedewran, mirovî çi jî bikira boş û betal bû, beredayî bû, mirov binbêjing bû, her kes li ser pif û nîvekê bû. Li vê dinyayê ez bar bûm û kesên din tev ji min ra serbar bûn. Li rastê bûm, esil li vê dinyayê her kes li rastê bû, lê kêm kesî bi xwe derdixist. Emrek bû û carek bû. Hefsarê hespê hebûnê ji destê min filitîbû û nema dihat zevtê. Xelk li ser koka xwe şîn hatibû, ê min ez li ser terîya xwe. Loma çênedibûm. Loma a wisa her nîvco bûm.”

                                                                                          Ji çîroka “Nîvco”yê


Qîza Bavê Xwe


112

Kurmanci

Edebîyat-Çîrok/Öykü

2019




Bêjeyên Sereke

Qîza Bavê Xwe
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number