Xwînerên ezîz, eger hûn bixwazin piştgiriya projeya me ya bi navê “JI BO YÊN DÛ MIN RE” bikin, dema we ji malpera me pirtûkek kirî, li beşa NÎŞEyê “JI BO YÊN DÛ MIN RE” binivîsin. Dema we wiha nivîsî, pirtûka ku we kiriye wê ji we re neyê şandin, lê bo xwînerekî ku wê rojê hatîye pirtûkxaneya me, wê wekî diyarî bê dayîn. Eger hun bixwazin, dikarin bi rêya e-mailê, ji wî xwînerê ku we pirtûk bo wî diyarî kiriye peyamekê bişînin. Ji kerema xwe dîyar bikin ku bila navê we bê eşkerekirin yan na.

E-Maîl: info@medyakitabevi.com



JI BO YÊN DÛ MIN RE

Çend roj berê xortekî nas lê navê wî mahfûz, hat kitêbxaneyê. Kitêbek stend û ji me xwest em bidin kesê/a yekemîn ê dû wî/wê re. Me bi ya wî kir. Paşê ev name şand ji me re. Me xwest vê nameyê bi we re parve bikin.



XWÎNERÊN EZÎZ ÊN KITÊBXANEYA MEDYAYÊ,

Di wê baweriyê de me ku mirovên heman mekanê parve dikin û ji heman kaniyê vedixwin sînerjiyeke bêhempa û taybet diafirînin. Ewqas ku, ne tenê bandora van ciyan li ser nasname û kesayeta me dimîne; di heman demê de mirov li hev jî zêde dikin. Min jî ji xwe pirsî ka ez dikarim çi bikim ji bo vê lihevzêdekirinê bidim berdewamkirin. Çiku ez pir kêfxweş im ku yek ji mudawîmên vê mekanê me. Çi xweş e ku li vî bajarê metropol ciyek heye serê xwe têximê! A xweştir, parçeyek ji vê civatê me ku xwe li vê mekanê digrin!

Ez behsa Kitêbxaneya Medyayê dikim. Di her serdana xwe de ne tenê kitêbekê, hestgermiyên me yên hevpar jî davêjim tûrikê xwe û vedigerim mala xwe. Ji bo hevbandoriya xwînerên Medyayê geştir bibe, min xwest kitêbekê hilbijêrim û piştî ez ji Kitêbxaneyê derketim, diyarî yekemîn kesê/a piştî xwe bikim û min ev ji Selahattîn Beg re got. Bi awayê ku ji dilê min hat, min xwest diyarî bidim kesên ji nav civata xwînerên Medyayê. Xalek jî heye, wê baş be binxêz bikim, ev tiştekî bi dilxwazî ye ku bi temamî ji xwîneran tê. Hêvîdar im hevbandorî û parvekirinên wiha piçûk wê nirxên insanî vejînin.

Min kitêba xwe hilbijart û ji yekemîn serdêrên piştî min re hişt. Hêvî dikim hevalê ku ev kitêb têkeve destê wî/wê, wê kêf jê bigre. Bi hêviya zêdebûna tiştên xweşik, hay ji xwe hebin. 10/10/2020

XWÎNEREK



KITÊBEK WE HEYE LI KITÊBXANEYA MEDYAYÊ

Wek ku hûn dizanin “xwînerek” hatibû kitêbxaneyê û kitêbek stendibû. Him ji bo diyarî bike, him bi yên piştî xwe têkiliyêk wî/ê çêbibe, him jî bi hêviya ku bibe adetek, kitêbek ji me re hiştibû “ji bo yên dû wî/wê re.” Me jî li gor daxwaza wî ew kitêb dabû yekî/ê. Di nav demeke kurt de fikra wî/ê xwînerî/ê hat bihîstin û bala mirovan kişand. Ji bo mayinde bibe li ser hisabên xwe yên medyaya civakî parve kirin. Ji bo bibe adet bi hev re ketin têkiliyê.

Va ye wê fikrê berê xwe yên ewil dan. Vê hefteyê xortek hat. Du kitêb stend û “ji bo yên dû wî/wê re” hiştin.

Bi hêviya ku her dem li Kitêbxaneya Medyayê “kitêbek ji bo we hatibe hiştin” hebe…

SELAHATTİN BULUT



Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number