PIRTÛKXANEYA MEDYA di sala 1996an de ji aliyê Selahattin Bulut hatiye avakirin û 25 sal e li ser pêyan e. Pirtûk û kovarên li ser dîrok, ziman, erdnîgarî, dîroka siyasî, wêje û muzîka Kurdan, rabirdûya wan a etnografîk û etnolojîk û bi giştî derbarê çanda Kurdan de ku bi Kurdî, Tirkî û zimanên cuda hatine nivîsandin dihewîne.

Çima kîso?

Kîso di her dem û dewranê de bi gavên giran bi rê ve çû. Gelek cih û war li pey xwe hiştin. Bi temenê xwe yê dirêj şahidiya raboriyê kir. Qaqilê li ser piştê ew parast lê di heman demê bû bargiraniyeke mezin jî jê re. Sekanbûnê û hêza wî ya terazîner kir ku mirov bibêjin ‘hebe nebe dinya li ser pişta kîso ye’. Hemû geremoliya dinyayê bi nêrîn û sekna wî aram û zelal bû. Bi hezaran sal derbas bûn, kîso neguherî. Ji bo jiyanê çiqasî pêdivî bi ahengekê hebû ewqasî bi aheng bû. Bi sebr û tebat û bi gavên ji xwe bawer bi rê ve çû. Ew yek ji remz û sembola xwedawendê zana yê Mezopotamyayê Enkî bû. Ew sembola bêdawîtiyê û temendirêjiyê bû.

Carekê ji carên wiha kîsô li daristanê rastî kîvroşkekê hat. Jê re got, ‘Ez dikarim bi te re têkevim pêşbaziyekê’. Gelo çi bû ya ku wî xist pêşbaziyeke wisa ku hema bêje qet îhtimala serfiraziya wî nebû? Înyad, sebir yan daxwaza meş û birêveçûnekê bû? Yan jî zîrektî û hêza wî ya ku dikarîbû di her şert û mercan de bijî? Yan jî ev hemû bi hev re bûn? Belkî jî nedixwest ji ceribandina zor û zehmetiyan vegeriya. Got, ‘ka binêrin bê wê rê û biwar çi nîşanî me bidin?’ Lewra ew elimî bû. Bi hezaran salan, çi dîtibû û çi nedîtibû. Şahidek bû ew. Ew peyamberek bû û ji dinyaya kohne em agahdar dikirin. Ew hem yê rabirduyê bû û hem jî yê dahatuyê. Wî bi gavên xwe yên sekan bersiv dida leza guherbar a dinyayê. Qermîçokên li rûyê wî jiyan û serpêhatiyên bi sedan salan ji me re vedigot. Kîsoyê bêqilqal, sekan û aram, bêyî ku ji têkçûnê bitirse rêwitiya xwe domand.

Filiz Işık Bulut

Başarıyla Sepete eklendi !