Ahmed Arif di şi’ra xwe ya bi navê “33 Gule” de dibêje: “Ez hatime kuştin / Xewnên min, ji şevan tarîtir / Kesek napirse rewşa min / Canêmin distînin bêecel / Nikarim di kitêban de bi cih bikim.”

“33 Kurşun / Yas Tutan Tarih” kitêba destpêkê ye ku cih dide 33yan. Günay Aslan kitêb ji nû ve di ber çavan re derbas kir. Davut Özalp wergerande Kurdî û di nav weşanên Avesta de derket.

Musa Anter di pêşgotina kitêbê de dibêje: “... bûyera 33 Guleyan, ku mingelek xeter dan pêş çavên xwe û li gor tiştên ku hatin gotin nivîsand, ji bo ciwanên me hê bûyereke germ e. Dîtina fikr û ramanên bi şeref yên ku ji pênûsên ciwan derdikevin, ji bo kesekî wekî min kal û rojhilatî -yanî Kurd-, mamukafateke ji vê mezintir heye?”

Nivîskar Günay Aslan jî armanca xebata xwe wiha dide nîşankirin: “Ev kitêb,çîroka 33 hêvî, 33 evîn, 33 mirovên ku di berbangekê de ji hêla leşkeran ve bi stemkarî hatine kuştin vedibêje... Bi vê kitêbê; min hewl da wehşeteke mezin a ku ji hêla tu qaîde, ol,bîr û baweriyê ve nayê qebûlkirin raxînim ber çavan. Bûyera di vê kitêbê de têvegotin; êş û janeke kûr e, çîrokek dijwar e ku nifş bi nifş tê vegotin...”


33 GULE


80

Kurmanci

Kürtçe-Şiir-Kitapları

2011




Bêjeyên Sereke

33 GULE
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number