APÊ MIN CEMŞÎD XAN KU HERTIM BÊ EW LI BER XWE DIBIR

Add to Favorites

APÊ MIN CEMŞÎD XAN KU HERTIM BÊ EW LI BER XWE DIBIR

Bextiyar Elî

Avesta Yayınları

ISBN: 9786055279271




“Ez Cemşîd xan kurê Hisam xan kurê Zulfeqar xan kurê Emîn xan im, ku koka min vedigere ser mîr û şahên Zend, di filan roj û mehê de, min ji ezmanan ev tiştên li jêr dîtin…”

Cemşîd xanê tevî ku komunîstek e jî hez dike xwe bi van peyvan bide naskirin, di sala 1979an de ji aliyê be‘siyan ve hatiye hepskirin. Şertên xirab ê zindanên Be‘sê bêhnê lê diçikînin, ewqas lawaz û zeîf bûye dema ku ji hepsekê ber bi ya din ve dibin, ber bê dikeve û diçe. Piştî firariyeke kurt dixwaze ji efûyê istîfade bike. Şerê Iraq û Îranê germ bûye. Doktor û istixbarata artêşê dixwaze vê qabîliyeta wî di şer de bi kar bînin.  Lê her firîn ketineke wê jî heye...

Cemşîd xan piştî ku ji ezmên dikeve xwarê, ji xeynî zimanê xwe yê Kurdî, her tiştî ji bîr dike. Her carekê bi munasebetekê di ser welatekî re difire, bi vî awayî li hemû dinyayê digere, nas dike, lê dawî dîsa li welatê xwe, Kurdistanê vedigere.

Bextiyar Elî, bi “Cemşîd xanî mamim ke hemîşe ba legel xoyda deybird” ne tenê rexneyeke tund li 30 salê dawî yê civaka kurd û Kurdistanê digre, karakterekî ku ê pir li ser bê axaftin, diyariyî edebiyata Kurdî dike.


APÊ MIN CEMŞÎD XAN KU HERTIM BÊ EW LI BER XWE DIBIR


128

Kurmanci

Edebiyat - Roman

2019




Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number