Çi caran bi xeribiyê ne lorîne

Jiber ku jiyan bi xwe xerîbî ye

Ma kengî te xwe nas kîrîye?

Vêcar xembar nebe

Çûnkî dê xerîb di şopên xwe da vegerî.

Wan hevokan ez bi xwe ra birim û mijûl kirim. ji nû geham bawerê, ku yadewerîyên

zarokatiyê heta mirinê ji bîra mirovî naçin.

 

Ew bajêr ketîbû di xewek kûr da, bê deng bû, şev daketibû nivaduwê, gelek kêm ronahiya

çiraxan di penceran ra dihat diyar kirin, piraniya avahiyan weke xêwên reş xuya dikirin, çi tişt

di wan cadeyan da ne dihatin dîtin, tenê hinek caran kitikek yan jî tûleyek bînanî pêlek reş

dibûrî û di goşeyên wan kolanan da winda dibû. Gaziyên hinek pepûkan ji dûr, ji aliyê

xorhelatê ve têper dibûn û ez ji ser ta pêyan vedilerizandim.

Li ber derê mala xwe rawestiyam, pêlek sar weke ava berfê qerisandim, ji ser ta pêyan

velerizîm, dilî zenga tirsê lê xist û bê deng jenî. Min destek xwe dirêj kir dergêh ku bikutim, lê

destê xwe paşda vekişand û di naxê xwe da bi xwe ra peyivîm: Ma çima ez dê, Yasemînê

yan dayika xwe ya belengaz ji xew hişiyar bikim?. Li vê nîvşevê ne ku bitirsin, hema baştir e

xwe di ser dîwêr ra bihavêjim di hewşê da û hêdi biçim di mal da!.


Asingerê Kor


211

Kurmanci

Edebiyat - Roman

2021




Bêjeyên Sereke

Asingerê Kor
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number