Ava Tî

parzemîneke germ ku ji hesreta avê
diqilqilî
dareke qedîm ku ji hesreta avê
pelweşandî
ava tî
av jî tî dibe û dibe baweriyeke
îbrahîmî di agirê nemrûdan de
av jî tî dibe û dibe evîneke apoyî
li çolên rihayê
ava tî
av jî tî dibe û dibe berxwedaneke
huseyînî
li kerbela dibe dengekî hesenî
li şengalê dibe dengekî êzdîxanî
ava tî
av jî tî dibe heke berxwedêr tî bin
li çolên ziwa
li riyên dûr
li daristanên pelweşiyayî
ava tî
av jî tî dibe, azmûneke mezin e
di çardehê tîrmehê de
di qelîştekên girtîgehê de


Ava Tî


104

Kurmanci

Kürtçe-Şiir-Kitapları

2001




Bêjeyên Sereke

Ava Tî
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number