BAQEK JI FOLKLORA BERÎYA MÊRDÎNÊ

Add to Favorites

BAQEK JI FOLKLORA BERÎYA MÊRDÎNÊ

: Mistefa Aslan

WARDOZ

ISBN: 978-605-2003-16-9




Herêma Mêrdînê, yek ji kanên zengîn a folklora kurdan e. Di vê pirtûkê da, gelek pêkenok, çîrok, serpêhatî û fablên Berîya Mêrdînê hene. Ev hêmanên zargotinê, gelek jê li ser zaran, li odeyan bûne mêvan û heta roja me hatine.

 Mele diçê ser mûlidê

 Yekî gundî ba dikê melê dibê:

 “Seyda îşev were ser mûlida me.”

 Mele zarokê xwe tev de didê dû xwe û diçê. Yê gundî li devê derî dibînê go mele zarokê xwe tev de anîne. Jê re dibê:

 ''Mele mi go tu wer ser mûlidê, mi nego zarokê xwe jî werê.” Mele dibê:

 “Xwedê mala te ava bike, ez sale weqat wa xwedî dikim, ma go tu şîvikê bidê wa, wê dinya xera bibê!?”

 

 


BAQEK JI FOLKLORA BERÎYA MÊRDÎNÊ


144

Kurmanci

Folklor-Çîrok-Pêkenok-Serpêhatî – Folklor-Hikaye-Gülmece-Anı

2019




Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number