Fawaz Husên: Giyanekî Kurdî di bedeneke Fransî de 

Rustemê Zal, Şêrko û Dara ji mêj ve ji dinyayê bar kiribûn. Dijwariya jiyana li Ewropayê û u wan ew yekser şandibûn warê fena û nebûnê. Kurdistan jî, wek berê, welatê karwanên mezin û talanên mezintir bû. Wek herdem, kurdan pişta xwe didan derd û birînan û berên xwe ber bi bajarên windabûnê ve dikirin. Rêberan hîna bi leşkerên dagîrker re kar dikir û gundî û bajarî bi gemî û bi kamyonên tije diavêtin ser çav û wijdana Ewropayê. Ew ji berê bêhtir li ser motorên dunig an di otomobîlan de digeriyan û wan tezbîhên xewnan li ber dilê belengazan dikişandin. Wan bajarên Ewropayê li ber çavbirçiyan dikirin bihuşt û qesra Elî çardeh derî û xêra Xwedê. Li gora gotinên wan, li Rojavayê, xewnên herî dûrî aqilan bi hêsanî dibûn rastiyên ber çavan. Pir kesan ji wan bawer dikir û weha jî ew wek cîqên salên berfa pir bi hezaran diketin daf û xefikan. Wan teşiya çîrokên koçberî û dûrîtiyê hema badidan û dastanên êş û xewnan hema dubare dikirin.

Piştî Amîdabad û Parîsabadê di romana xwe ya nû Barê Şevê de Fawaz Husên dide dû çar kurdên ku welatê xwe bi paş xwe ve dihêlin û ji bo xewnekê tên li deriyên Ewropayê didin. Di spêda rojeke payîzî de, her çar leheng bi hev re digihîjin Parîsê lê wek ku peyveke rîhspiyan dibêje, hesabê bazarê û yê malê tucarî wek hev dernakevin.

Li Ser Romana Barê Şevê ya Fawaz Husên Çend Gotin
Barê Şevê Giran e…

Di pêşengeha pirtûkan ya Amedê de îsal nivîskarê kurd Fawaz Husên mêvan bû. Her çiqasî çend pirtukên wî û çend wergerên wî hatibine weşandin jî, ya rastî min hêviya eleq

eyeke mezin nedikir. Ji ber ku berî hertiştî, em kurd xwedî çend pirssgirêk in û ya sereke xwendevanên wêjeya Kurdî pir kêm in û ya din jî tevna agahdarkirina axaftin û konferansan hîn jî pir qels e. Lê çaxê min nêzîkî hezar kesan dîtin û bi baldarî lê guhdar kir û pirs ji birêz Husênî kirin, min fêm kir ku êdî hinek tişt guherîne ji bo ziman û wêjeya Kurdî. Belê, cara pêşîn Fawaz Husên li warê xwe bû, li pêşberî wêjehezan bû. Bawer im heyecaneke mezin bi wî re jî hebû lê bi dilnizmî, dostanî, kurdiya xwe ya dewlemend û zelal û bi fikr û ramanên xwe, ciyekê xwe yê ebedî di dilê xwendevanên Amedê de çêkir.

Ji nivîskarê Amîdabad û Parîsabadê ku cîhanên nû, labîrentên jiyana penaber û bêkesan bi zimanekî efsûnî û tevneke cihê, raxistibû ber çavên me, vê carê bi romaneke nû ku gelek deriyên nû li pêşberî romana Kurdî û xwendevanên kurd vedike, derket pêşberî me xwendevanan.

Lê herwiha hêleke wî ya ku ji hêla xwendevanên kurd ve zêde nayê nasîn jî, entellektueliya wî ya di nav civaka Fransî de ye. Mamosteyê ziman û wêjeya Fransî li Parîsê, xwedî gelek berhemên hêja ye di wêjeya Fransî de. Biqasî min dîtî berhemên wî pir baş tên xwendin û şopandin û dibe mêvanê gelek weşanan. Û gelek pirtûk jî, ji Fransî bo Kurdî û ji Kurdî bo Fransî wergerandine heya roja me.

Ji destpêka “çi”bûna wêjeyê û avakirina nazariya rexneyê heya roja me, tim pirsgirêka têkiliya nivîskêr û tevna çîroka wî, bûye xwedî nîqaşeke mezin. Ji Aristotelesî bigire heya Freudî û heya rojame, rexnegir tim li ser van mijaran kûr bûne û li şopa nivîskêr geriyane di metnan de. Helbet ne belesebeb bûn ew veçirandinên binhişî yên Freudî û paşiyên wî ku ji bûyerên civakî zêdetir li hiş bikolin û kurahiyên hiş û binhişê kerekteran zelal bikin û têkiliya nivîskêr û çîroka wî di metnî de zelaltir bikin. Û helbet ev rêyeke bijartî bû ku fêm bikin ka di civakên serdemên şerên mezin û pêşveçûnên mezin de, ji hêla exlaq û zanînê ve çi tê guhertin? Jiyana rojane li ser çi hîman tê guhertin û wateya van guhertinan çi ye? Di kûrahiya bîra mirovan de çi qiyamet radibe? …hwd. Di serê pêşî de ev civak ya homojenbûn, ya ji xwe qayîlbûn û xwe weke navenda gerdûnê didîtin. Heger pêwistiyeke wan ya madenî heba, deverên dûrî wan talan dikirin (wek diyariyeke Xwedê dabe wan) ji bo berjewendiyên xwe û xwe bi pêşveçûnên xwe yên teknolojîk serbilind dikirin. Lê gava ku exlaqê teknolojiyê nebe û hew li pey berjewendiyên xwe bimeşe, mezlûmên ku ji hovîtiya du şerên mezin yên cîhanê filitîn dikarin bibine zalim jî. Ew warên talankirî ku hew kesek nikare lê debara xwe bike, êdî wek komên mezin ku em dibêjine wan penaber îro, ber bi warê talankeran ve çûn li pey starekê û êdî ew civakên ku ji aqilê xwe qayîlbûn, bi pirsgirêkeke nû re rû bi rû man. Ruhê warên talankirî bi ser wan de dihat. Ev tevgerên giran ku hejmara welatan pir zêde dikir, bi xwe re gelek guhertinên mezin jî dianîn. Ev rewşa ku reng, çand û ziman diguherandin helbet dê bibe mijara wêjeyê jî. Wêjeya penaberan, bindestan, têkçûyîyan… Ev penaberên ku hatine wî welatî û tevlî vê civakê bûn, rengên xwe tevlî vê jiyanê kirin. Lê çaxê tevlî vê civaka nû bûn û hêdî hêdî ji çand û zimanê xwe bidûr ketin û pirsgirêkên bicîbûna di wî welatî de derketine pêşberî kesê penaber, êdî pirsgirêk rengî diguherîne û ew pirsgirêka ku ya civakî bû, xwe diguherîne rengekî psîkolojîk yê bindestiyê. Xwe dike werîsekî reş yê derûniya bindestiyê û ji stuyê penaberî dernakeve. Heger derkeve jî, şûna kûr ya wî werîsî tu carî ji qirika wî dernakeve û her roj wî gavekê nêzîktirî têkçûnê dike.

Gava mesele tê ser penaberan û wêjeyê, em kurd ji hêlekê ve bi şens in ku nivîskarekî me heye, me ji vê têkçûnê bi zimanekî têr û tevneke bi rêk û pêk agahdar dike. Behsa Fawaz Husênî dikim ku herî baş di romana xwe ya dawî, Barê Şevê de, meseleya penaberiyê daniye ber me û me dawetî dîtina vê jiyana bindestî û têkçûnê dike. Bi kurtasî Fawaz Husên birîna me nîşanî me dide.

Roman, di rastiya xwe de çîroka penaberên kurd e, lê ne tenê ev e… Çar kurd ji çar aliyê Kurdistanê, çîroka wan ya li welêt, rewşa civakê, şerê ku Kurdistanê talan dike, derketina derveyî welêt û têkçûna wan ya li penaberiyê. Metnekî vekirî, labîrentên tevlîhev yên derûniya kerekteran, vebêjerên guhertî, monologên dewlemend ku xwendevên dixe nav kûrahiya bîra kerekteran, qolajên serkeftî ku rastî û xeyal, destanên kurdan û roja me bi hev re dimeşîne, romanê ji deriyên modernîzma edebî derbas dike û dike mînakeke serkeftî ya romanên postmodern. Rastî û xeyal, dem, vebêjer û kerekter tevlî hev dibin û xwendevên ji rastiyeke tekane bi dûr dixe.

Roman ji heşt beşan pêktê û her kerekterek xwedî du beş e. Beşa pêşî li ser çîroka jiyan û rêwîtiyê ye û beşa duyemîn jî li ser jiyana penaberiyê ye ku ez dixwazim niha wan yek bi yek, bi awayekî kurtasî şirove bikim. Vebêjer pir têne guhertin, “flashback” bi awayekî çiruskî ji nişkave diqewimin û wêjeya kurdan ya devkî û jiyana rojane dibine wek qolaj û romanê hildidne asteke bilind. Nivîskêr bi peyvan, bi hevokan û bi kûrahiya bîrên kerekteran lîstiye û romaneke vekirî û pirhêlî avakiriye bêguman.

Mele Gundoro, Sîno û Machiavelli
Roman li Gundê Kotiya dest pê dike ku Mele Gundoro meleyê gundî ye lê di her gavê de bayê şerê kurdan û dewleta tirkan û kavilkirin û valakirina gundan xwe li rûyê xwendevên dixe. Mele Gundoro piştî nimêja ‘eşayê, qeraşê kulek û şivanê bê kêrî ku tekane sofiyên nimêjê bûn, dişîne malên wan û berê xwe dide girê li derveyî gundî ku goristaneke kevnare li wir e. Gorekê dikole û rastî gencîneyekê tê û jiyana wî yekcar diguhere. Êdî jiyana nû ya Diyarbekirê dest pê dike ku di nav xweşî û dewlemendiyê de ye. Heya vir çîrok zelal e û bi awayekî kronolojîk dimeşe, lê çaxê ji wê jiyana bêdeng û hêsan ya gundî derdikeve û tevlî nav labîrentên kuçeyên Diyarbekirê û têkiliyan bi gel re didîne, êdî rengê çîrokê diguhere. Rastî û xeyal, rastî û sêhr, mirov û cin tevlî hev dibin. Xwendevan êdî ji her tiştî dikeve gumanê.

Mele Gundoroyî, helbet ji tu kesî re behsa çîroka gencîneyê nekir lê çîroka revandina keça mîrê Cinan belav kir li bajêr û di demeke kin de bû falçiyê herî navdar yê Diyarbekirê. Ev jî çîroka duyem e ku rastî û derew tevlî hev in. Mirov dirame li ser vê bûyerê ku ev hew fikrekî xapandina gel e, lê na. Rojekê yekî di wechê Gundoroyî de tê mala wî û bi jina wî re “karê şevê” bi awayekî ecêb dike, lê Gundoro dibêje jina xwe ew qet di vê dema rojê de nehatiye malê. Lawekî wî jî bi awayekî ecêb çêdibe ku nivîskar bi hûrgulî vê rewşê di berhemê de rave dike, wek heyfa mîrê Cinan tê şîrove kirin. Û (ne)rastiya sêyem jî ew e ku Mele Gundoroyî, ne gencîne dîtiye û ne keça mîrê cinan revandiye lê hew bi gelek dermanan û zimanên tevlîhev û avakirina atmosfereke sêhrî ya di odeya xwe de, mirovan bi vê çîrokê dixapîne. Wek ku fikrekî gencîneyî bi dest xistibe. Birastî jî nezelaliyek heye lê ev qet ne kêmasiya romanê ye. Heya em dikarin bêjin ku ev serkeftina herî mezin e ku gelek rastiyên çîrokekê hene. Ev nezelalî, mînakeke berbiçav ya romanên postmodern e. Tevlîheviyeke zimên û tevnê nîne, tevlîheviyeke metafîzîkî û realîzmeke efsûnî ye. Tehlîleke civaka kurdan e ku xwe tim dispêre baweriyên efsûnî.

Di vê beşê de rexneyeke mezin li ser civaka kurdan tê kirin ku baweriya xwe bi fêlbazên weke Mele Gundoroyî, berbejn û niviştan tînin. Mele Gundoro baweriya bi Xwedê û pêxemberî dike mijara gumanê û şîretên wisa li lawê xwe dike. “Gava mirov bizanibe çi dixwaze, gerek ew hertiştî bike da ku ew wê mebestê pêk bîne! Ez hemû dilê xwe ji te re vedikim, kurê min û ji te re dibêjim ku baweriya min ne bi Xwedê tê ne bi pêxemberê wî tê û ne bi vî dînê telomelo tê. Min bi salan li pêşiya gundiyan bê destnimêj kir û min malbata xwe xwedî kir û mezin kir…” Bi kurtasî ji bo berjewendiyên xwe tu mafdarî hertiştî bike. Bixapîne, derewan bike… Ne belesebeb e ku di vê beşê de gelek caran behsa pirtûka Mîr ya Machiavelli tê kirin.

Û Sîno… Lawê Mele Gundoroyî yan lawê mîrê cinan û birayê qîza mîrê Cinan ku ya di destê Mele Gundoroyî de ye… Ne ji xwendina Qur’anê lê ji xwendina dersên dibistanê re gelekî jîr e û dixwaze bibe mirovekî mezin. Tim jiyana mirovên mezin dixwîne û zimanên biyanî hîn dibe. (Pirtûka ku herî zêde jê hez dike jî Mîr a Machiavelli ye) Naxwaze têkilî rewşa kurdan û dewleta tirkan bibe. Ji ber ku naxwaze jiyana xwe têk bibe li serê çiyan û rêyeke din jî li pêşiya xwe nabîne li vî welatî. Çare derketina Ewrupayê ye. Dikare hew li wir bibe mirovekî mezin û dewlemend, hew li wir dikare navê xwe li dinyayê belav bike. Berjewendiyên wî berî hertiştî tên. Pragmatîst e û li karê xwe dinêre. Kerekterekî ne civakî ye.
Çaxê gavê diavêje Parîsê, bi kincine xweşik û nû, berê xwe dide jinên ku xwe difiroşin û li yeke xemgîn digere. Ji ber ku hevdîtina wî ya pêşî ya bi Nefîsayê re, çaxê agirê şehwetê yê pêşî bi dilê wî ketî, Nefîsa xemgîn bû. Ji ber vê yekê rûyê xemgîn yê jinekê tim agirê şehwetê li bin ava dilê wî dixe. Xwe wek Êzîdiyekî binav dike û mafê rûniştinê di demeke kin de distîne û dest bi avakirina Dezgeha Veşartin û Birêkirina Miriyan dike. Dizane ku penaberên kurd dê di demeke kurt de pir werine Parîsê û dê bixwazin miriyên xwe bişînin welatê xwe dîsa. Dizane ku berjewendiya wî di vî karî de heye. Û di heman çaxî de jî jinên bî yên rûxemgîn dê li benda wî bimînin.

Kerekterê herî serkeftî yê romanê Sîno ye bêguman. Derewker, xapînok û pragmatîst e. Ji berjewendî û şehweta xwe pê ve li tiştekî nagere. Li rastî Hosteyî tê û karê xwe yê avakirina Dezgeha Veşartin û Rêkirina Miriyan, ava dike. Û bi têkiliya Hosteyî, Dîva ya ku bi her awayê xwe dişibihe Nefîsayê, dikeve jiyana wî de û bi berjewendiyên xwe re, hestên xwe yên şehwetî jî têr dike. Heya xwendevan dikeve gumanê ku Diva di rastiyê de Nefîsa ye û heger Sîno jî lawê Mîrê Cinan be, naxwe Sîno û Nefîsa xwîşk û bira ne.

Cin yan pîrebok ku ciyekî mezin di nav çanda gelêrî ya kurdan de digirin, carna bi başî têne şîrove kirin, carna bi tirs navê wan tê gotin weke kurtepist yan bi navê “ji me çêtirk”. Lê di romanê de tim sembola xirabiyê ne. Cin ya ne paqij in, dijmin in û berjewendiyên wan berî her tiştî tên. Qewmekî xerab in. Li gorî vê nasandinê û kar û fikrên Sînoyê jî, heme bêje tê heman wateyê. Û gava herî dawî jî, bi xwîşka xwe re dikeve têkiliya cinsî de ku her gava dixwaze pêre têkeve têkiliyê, jê dixwaze ku weke lîstikvaneke şanoyê, xwe xemgîn bike û paşî jî têkeve berê wê de. Û têkiliyeke tije xemgînî û hovîtî…

Dara yê Başurî û Çîroka Kêzê û Mişko
Lê penaberên ku bi Sînoyî re ketin rê, ne bi şens bûn weke wî. Ciwanê duyemîn ji başûrê Kurdistanê bû. Dara… Zilma Sedamî û sîxûrên wî li ser civakê ye. Ciwan direvine Ewrupayê lê piştî çend salan bi erebeyekê vedigerine malên xwe. Malbata Darayî xeyala vê dewlemendiyê dike lê Dara zêdetir xeyala keçikên xweşik dike. Ji xwe çaxê mirovê ku ciwanan bi qaçaxî dişîne Ewrupayê tê mala wan, wêneyên dewlemendan nîşanî malbata Darayî dike lê wêneyên xortên kurd bi keçikên xweşik yên zêrî nîşanî wî dike û dibêjê ev keçikên xweşik ji bo ciwanên esmer dîn û har dibin.

Rêwîtiya wî ber bi Hewlêrê dest pê dike. Di erebeyê de pêçeka dayîkekê li ser kaba wê dimire, li ser girekî dixwazin pêçekê veşêrin lê berpirsiyarê wî girî bi Erebiyeke şikestî dibêjê ku ne hewce ye hûn gorekê bikolin. Ji xwe vaye heft gorên kolayî hene. Û dayîk serê xwe dixwe, dîn dibe û li ser gorê dimîne. Paşê şeş Asûriyên bi cil û bergên cengawerên kevnare, bi rîha dirêj û guherên mezin ku bi ser berpirsiyarê girî ve diçin, dixwazin herine Swêdê û dikevine erebeya wan de. Êvarê çaxê digihê Hewlêrê, rêber wî dibe maleke ku şeş ciwanên kurd bi hîzarekî wekî kefenî pêçayî li erdê dirêjkirî ne. Ciyê heftemîn jî ji bo Darayî amadekiriye. Gelo têkiliya heft gorên nûkolayî û heft ciwanên bi hîzarê pêçayî û li ser riya penaberiyê çi ye? Ango cengawerên asûrî, penaberên kurd û penaberî… İro û demên kevnare, tevlî hev dibin.

Dara yê ku ji bo xewna keçikên xweşik diçe Ewrupayê, riya xwe nabîne û destûra rûniştinê bi dest naxe. Herweha keçikên xweşik jî bi dest nakevin. Tenê Zîba ya ji bakûrê Efrîqayê ku yazdeh mehan mêra berdide ser xwe û meha Remezanê vedigere cem malbata xwe û bi dil û can, misilmantiya xwe dimeşîne û xwe ji gunehên xwe paqij dike, dikeve di jiyana wî de. Zilamtiya wî ranagire ku bi jineke wisa re bizewice, herçiqas ji hev hez dikin jî. Şeva dawî ku Dara xatirê xwe jê dixwaze û xwe bi darekê ve didaleqîne, tovê zaroka wî jî di malzaroka Zîbayê de şîn dibe. Hêviyên şikestî, evîna şikestî û hêviyên malbata lawekî dewlemend wî ber bi mirinê ve dibe. Nivîskarê ku gelek caran rê li ber çand û wêjeya devkî vedike, bi awayê “flashback”an vedigere zarokiya Darayî û guh dide çîroka “Kêzê û Mişko”yî ji devê pîrika wî Pêruza. Û tim xwe û Zibayê dişibihîne Kêzê û Mişkoyî. Du bûyer yan yeke rastîn û yeke çîroka gelêrî bihevre dimeşin.

Şêrkoyê Mehabadî û Mîrza Mihemed
Rêwiyê sêyemîn jî kurdekî ji Rojhilatê Kurdistanê ye, ji Mehabadê û dikeve riya penaberiyê. Xwesteka wî ne jiyaneke dewlemend e ne jî zêriyeke por kej e. Xwesteka wî ya sereke ew e ku bibe kuçikekî biçûk li maleke têr ya taxeke dewlemendan li Parîsê. Derdikeve ser rê û rêberê xwe li Bamê dibîne. Piştî gereke biçûk ya li ser kelê, piyê wî dişemite ( lê di rastiyê de erdheja mezin a Bamê diqewime) û dikeve bajarekî xerîb ku qet nedîbû. Liqayî pîrejineke bê diran tê û dixwaze jê navê bajêr bipirse, lê pîrejin jê direve û dibêje ku guh û çavên keviran jî li vî bajarî hene. Heger te bibînin ku tu b imin re dipeyivî dê te bikujin. Bajarekî tije tirs e. Tarî ye û bi xof e. Di çîrokên kurdan de tim tê bi kar anîn, çaxê şahê bajarekî dimire, herkesî li meydana bajêr dicivînin û teyrekî (şahbaz) berdidine meydanê. Çaxê wî teyrî xwe li ser serê yekî danî, ew dê bibe şahê wî bajarî. Lê Şêrkoyî ne Şahîtî dixwest û ne jiyaneke li vê erdê. Wî bawer dikir ku heger îro derfet têkeve destê vî miletî, herkes dê bixwaze here Ewrupa û Emerîkayê û rewşa xwe mîna ya Mîrza Mihemedî dît, ku di eslê xwe de destaneke kurdan e.

Ji çîroka li Bamê ya li ser riya penaberiyê derbasî çîroka bajarê bitirs û bê şah bû û ji wir jî derbasî çîroka Mîrza Mihemedî bû û dakete bin heft tebeqeyên erdê. Sê çîrok di nav hev de, sê çîrokên xwedî bûyerên cihêreng lê xwedî heman îdea. Bê rê, bê çarenûs û riya man û nemanê. Penaberî, riya mirinê ye ku gelek rêyên dijwar di hundirê xwe de dihebîne, mîna ketina bin heft tebeqeyên erdê ku ji bo daketina ser rûyê erdê, dibe ku ne mumkin be yan dibe ku tu paqekî xwe jî di ber de bide.

Derketina wî ya Parîsê bi dijwarî çêbû lê mafê rûniştinê dîsa bi dest nexist û roja ku kaxeza wî ya derxistina derveyî welêt hat, xeyala wî ya ku bibe kuçikê wê jina porzer ya Fransî jî têk çû. Lê gaveke ku li ber çemê Siene rûniştî, şûşeyek tê ber piyê wî û cinek jê derdikeve û xwesteka wî jê dixwaze. Wê gavê heger Şêrkoyî azadkirina Kurdistanê jî jê bixwesta, dê bicî bihata lê wî xwest bibe kuçikê wê jina porzer. Xwesteka wî bi cî hat û bû kuçikê wê jinê. Ji bo demekê zikê wî têr bû û bihna xweş ya wê jinê û nermiya singên wê, di rih û canê xwe de hîs kir û li deng û qêrînên wê yên di nav nivînên wê de bi destgirtiyê wê re guhdar kir lê çaxê dema betlana jinê hat ku here warê xwe yê heyraniyê Emerîkayê, ku li vir jî rexneyeke tûj li civaka fransî heye, rojekê Şêrko li erebeyê siwar kir û bir nav daristanekê. Û gok avêtine dûr da Şêrko wek her kuçikî bireve û gokê bîne. Lê çaxê Şêrkoyî gok anî, ne keça porzer li wir bû ne jî erebe. Sibeha din, Şêrko ji sermayê bi awayê tîpa “S” mirî li daristanê hate dîtin. Ji ber ku nasnameya wî nedihate zanîn li goristana bêkesan hate veşartin. Şêrko sembolekî baş e ji bo cudahiya di navbera penaberan û heywanan de li Ewrupayê ku gelek caran qîmetê heywanan (bi taybetî kuçikî) zêdetir e.

Qehremaniya Rustemê Zal
Kerekterê çaremîn ji rojavayê Kurdistanê, ji Amûd ê ye. Ecnebî ye. Ango bi gotineke din, dewleta Suriyeyê, mafê Erebbûnê jî nedayê. Lê hevjîna wî û dotmama wî, bi evîna xwe û zarokên xwe, bextewariyeke mezin daye Rustemê Zal. Ji bo jiyaneke xweştir, ew jî berê xwe dide Ewrupayê lê di rê de, demeke dirêj di kampên Ereban de dimîne û ji mirinê difilite cara pêşîn. Cara duyem çaxê ew, Şêrko, Dara, Sîno û rêber dixwazin ji sînorê Tirkiyeyê derbasî yê Yewnanistanê bibin, ji ber ku avjeniyê nizane, Şêrko wî ji mirinê xilas dike cara duyem. Ji bo trajediya jiyana penaberan, ev beş mînaka herî berbiçav e. Rustemê Zal, bi emrê xwe ji her sê hevalên xwe kaltir bû. Dîtina metroyê, pirbûna serreşan, xaniyên ne ji ax û kerpîçan, erebeyên nû û rêzkirî… ew matmayî dikirin. Jiyana kampên penaberan bê çi dixwin û vedixwin, çawa perwerde dibin, têkiliyên wan yên bi hev re… yek bi yek û kite bi kite tê rêstin. Rastiya wan ya trajîk û dawiya jiyana wan… Rustemê Zal ku weke navê xwe ne bi qewet bû, zû têk çû di vê jiyana kambax de. Piştî çend nameyên ji dotmama xwe re, êdî bi hêviya ku erebeyek lêxe û wî bilezgînî bibine nexweşxaneyê û paşî jî kaxezên wî yên rûniştinê bigihîninê, xwe avête ber erebeyekê lê kes nehate pêve, dengê ambulansekê nêzîk bû, kêfa wî hat. Lê di dawiyê de, ew deng jî bi dûr ket. Di heman kêliyê de li Amûdê, erebeya leşkerên ereban ku ji bo wan lêxistina kurdekî ji ya mirîşkekê ne biqîmettir bû, li dotmama wî xist. Rustemê Zal wê kêliyê gihişte ser wê û lêborîna derengmayîna xwe jê xwest û bi awayekî ebedî gihiştine hev.

Roman, bi çîroka xwe û kerekterên xwe, trajediya ku hatî serê kurdan e. Ji çar perçeyên Kurdistanê, çar kerekter lê yek qeder. Ez Sînoyî jî ji vê trajediyê bi dûr naxim. Romaneke vekirî ye û gelekî kûr e. Lê ev nivîs hew danasînek e. Têra lêkolînên mezin nake. Lê hêvîdar im ku dê bibe destpêkeke baş ji bo lêkolînên firehtir û têrtir.


BARÊ ŞEVÊ


136

Kurmanci

Edebiyat - Roman

1986




Bêjeyên Sereke

BARÊ ŞEVÊ
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number