Deng û reng û nivîs ku sê hêmanên muzîk û wêne û romanê ne, di sê romanên polîfonîk (pirdeng) de têkilhev dibin û li ser erdnîgariya cihêrengnişîn a bi navê şaristaniya Mêrdînê serdemekê bi hev re vedidin. Salên herî dijwar ên navbera 1990 û 1998'an ji nava rûpelan diqîrin.

Romana sêyem, Bavfileh ku hêza jinê ya afirîneriyê bi rêya wêneyan radigihîne, jana herî zirav a salên qirkirina Ermenan digihîne êşa herî sotîner a qirkirina Kurdan û du bajarên qedîm ên bi navê Mêrdînê û Stenbolê bi xwendevanan dide hestkirin: "Ger ku te ev nameya min bi dest xist û weke belgeyeke edebî tev li nivîsa xwe kir, haya mirovan jê çê bike ku min bi vîna xwe îmzeya dawîn li binê jiyanê xistiye."


BAVFILEH


312

Kurmanci

Edebiyat - Roman

2021




Bêjeyên Sereke

BAVFILEH
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number