BAWERIYÊ BÎNIN EM BI DESTPÊKA DEMSALA SAR

Add to Favorites

BAWERIYÊ BÎNIN EM BI DESTPÊKA DEMSALA SAR

Berhemên Giştî

Furûx Ferûxzad

Avesta Yayınları

ISBN: 9786257253741




vegere bi min re

vegere bi min re

vegere ser destpêka cism

ser hêlîna bêhndar a yek avikê 

ser lehzeya ku ji te afirîm

vegere bi min re

ez nîvco mame ji te 

 

aniha kevok 

ser lûtkeyên memikên min

bask vedidin

aniha li nav qozeya lêvên min

perperokên ramûsanê 

diponijin ser fikra fîrarê

aniha mihraba laşê min

amade ye bo sicdeya evînê

 

bihêle di penageha şevê de ducanî bim ji heyvê 

bihêle da tijî bim

bi dilopên piçûk ên baranê

bi qelbên hîn negihîştine kamiliyê

bi hecma zarokên hîn nehatine dunê

bihêle da tijî bim

belkî evîna min bibe dergûş bo welidîna Îsayekî din


BAWERIYÊ BÎNIN EM BI DESTPÊKA DEMSALA SAR


336

Kurmanci

Kürtçe-Şiir-Kitapları

2021




Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number