Welatekî pir xweş bi dar û bi ber,
Bi çem û daristan bi pelg seranser.

Bi merg û bi kanî bi deşt û çiyan
Jiyaneke bê tirs di kir hemiyan.

Ev welatê pir xweş warê şêran bû,
Ji bav û kalan da her cihê wan bû,

Rojekê dor girtin xwînmij hoviyan.
Çekuran keftaran guran roviyan

Her dem biaxivin zimanê şerîn.
Li malan û derve wek xwe biqîrin.

Wekhevî û azadiyê bicî bînin,
Diroka şêrên nû binivisînin.

Da şêra, bav şêra xort birexistin,
Li çiyayê bilind agir vêxistin

Ji her malan şêrên xort hilkişiyan,
Ji borina şêran çiya hejiyan


Fablên Manzûm


88

Kurmanci

Kürtçe-Şiir-Kitapları

2011




Bêjeyên Sereke

Fablên Manzûm
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number