Di vê kitêba ku me bi minasebeta 40 saliya nivîskariya Firat Cewerî amade kiriye de hem wêneyekî rêwîtiya wî ya edebiyatê xwe dide der, hem fikra wî ya li ser siyaset û edebiyatê rohnî dibe, hem awayê wî yê nivîsandinê û hilbijartina lehengan eşkere dibe, hem jî deriyê efsûnî yê cîhana edebiyatê vedibe.

*

Firat Cewerî toximekî saxlem e, li ser erdekî saxlem şîn bûye, bûye dar û ew dar berên şêrîn û pirhejmar girtiye.

Celîlê Celîl

Girîngiya Firat Cewerî ne di wê de ye ku tenê dinivîse, di wê yekê de ye ka ew çawan û çi dinivîse, kengî û ji bo kê dinivîse.

Abdulla Peşêw

Firat Cewerî bi gelek teknîkên berê ji edebiyata kurdî re nenas tê meydana hunera vegotina çîrokan.

Ferhad Pîrbal

Firat Cewerî bi helwest, sekn û berhemdariya xwe karî bibe wargehek ziman û çanda kurdî û platformeke wêjeyî saz bike.

Berken Bereh


BERÊ GOTIN HEBÛ


320

Kurmanci

2021




Bêjeyên Sereke

BERÊ GOTIN HEBÛ
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number