Di vê romanê de işkence, bi vegotineke cûda tê ser zimên. Pir roman li ser duwazdehê Îlona Tirkiyeyê hatine nivîsandin.  Lê belê Berxwedana Elektropola cûdatiyekê dihewîne. Ew jî psîkolojiya dîlê ku di bin îşkenceyêde ye. Mirov çawa işkenceyê di bîra xwe de dinivîsine, çawa di  ber xwe dide ji alî psikolojîk de. Û ew psikolojiya xwestina dewama jiyanê di bin lêdanê de mirovan bi ku ve dibe. İşkencekar û dîl çawa di bin hiş de hevdû dipîvin. Hişwindakirinek cûda, dînbûnek cûda heye  di vê romana Mervan Serhildan de. Di despêkirina xwendinê de mirov bi lehengê romanê Celadet re dikeve zîndanê, wê işkenceyê li bedena xwe hîs dike û xof û zilma ji derî mirovahiyê tahm dike di nava dîwarên qirêj de. Li himber dewleta 'Elektronîk', berxwedana 'Elektropola' heye di vê romanê de.

Bi taybetî yên ku dema duwazdehê îlonê nedîtine divê  'Berxwedana Elektropola' bixwînin û rewşa lehengê romanê 'Celadet Hêvî' hîs bikin ku van rojana li ser kîjan bingehan ava bûye.  Û yên ku wan îşkenceyên Duwazdehê îlonê dîtine jî divê careke din bi nêrîn û hestine din bixwînin û bi bîr bînin. 

     

Ji nava pirtûkê çend paragraf:  

                                                                                                                  

Li bajarê Enqereyê, li taxa Hingivanê, li derdora sîteya ‘Blokên Karkeran’; rewe-rewê kûçikan û tûre tûra tûtûkên notirvanan bû; wekî bangewaziya xetereyên mezin, SOS didan. Lê bêxemiyekê girtibû ser hevalan ku ew ji rastiyê bi dûr xistibûn. Ew deng û rewrewên derve, bi guhê hevalan de nediçûn xwarê. 


Berxwedana Elektropola


440

Kurmanci

Edebiyat - Roman

2015




Bêjeyên Sereke

Berxwedana Elektropola
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number