Ev destxeta ku çîroka peydabûna wê jî bi qasî wê balkêş e, wisa diyar e di warê cureyê xwe de (simatiye) berhemeke tekane ya edebiyata kurdî ya klasîk e. Menzûme aîdî sedsala 19an e û bi şêweya mesnewiyê hatiye nivîsîn.

Di nav 186 beytên wê de navê 130 xwarinên cur bi cur derbas dibin ku hinek jê îro hatine jibîrkirin û hinek jê jî bi navê xwe re heta îro hatine. Balkêş e ku ev xwarin, li gor cure û cinsên wan, çêkirin û çêja wan, bi awayekî binyadî hatine rêzkirin. Belê beriya her tiştî metneke helbestê ye, lê di heman demê de belgeyeke antropolojîk û dîrokî ye jî. Lewma xelasbûna wê ya ji ber xezeba dîroka vê cografyayê, payeya textual survival bexşî wê dike.

Tu behsê ji patîleê qenc bike
Çi reng tête xwarin zebanî veke
Digel rûnê teze we toraqa pak
Bi zehter welê qenc tenik be jî çak
Eger bête pehtin bi sêlê bixwu
We ger bi firinê ye esla mexwu
Hevîr e hevîr e hevîr e hevîr
Tu guh dêre vê bendê min ey emîr

BEYANA XWARINAN Û ZEWQÊN WAN


104

Kurmanci

Anı - Yemek Kürtçe Divan ve Klasikler

2015




Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number