Bêyom, çîroka Siloyê masîgir e. Silo rojekê dihere ku masiyan bigire. Di nava deryayê de tora wî bi tiştekî ve dialiqe. Silo dike nake nikare tora xwe ji cihê pê ve aliqiye veke. Di dawiya dawîn de xwe bera nava avê dide û tora xwe vedike. Gava ku Silo tora xwe vedike bermayiyên keştiye noqî avê bûye dibîne. Perçeyên keştiyê, alav malav, hestiyên mirovan tev li cihehî ne ew qas fireh belav bûne. Silo di nava komeke hestiyan de kûpekî dibîne û vî kûpî bi xwe re derdixe jor. A vê demê bêyomî dest pê dike.

Siyamed Serbilind, romana xwe ya ji serpêhatiyên çend rojan pêk hatiye bi zimanekî nerm, sivik û Kurmanciyeke dewlemend vegotiye. Roman ji serpêhatiyê çend rojan pêk hatibe jî, ji ber ku ravekirina serpêhatî û bûyeran bi sêwirandike xwerû û herikbar hatiye vegotin dê xwendevan ji xwendinê bêzar nebin. Serbilind, di vegotina serpêhatiyan de, gelek dengên xwezayê û lêkerên balkêş yên ku di jiyana rojane de zêde nayên xebitandin, bi kar aniye û bi vî awayî deriyê îmkanên nû ji bo vegotineke balkêş vekiriye.

Bêyom, ji xwendekarên nuh dest bi xwendinê dikin bigirin heta xwendekarên asta wan î xwendinê gelekî baş e dê bala her kesî bikişîne.


BÊYOM


60

Kurmanci

Edebiyat - Roman

2013




Bêjeyên Sereke

BÊYOM
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number