BÎRANÎNÊN MIN

Add to Favorites

BÎRANÎNÊN MIN

Pirtûkxaneya Ehmedê Xanî - 7

Osman Sebrî

Lîs Yayınları

ISBN: 9786059014694




Di vê belgeya dîrokê ya giranbiha de, têkoşer, welatperwer, sîyasetmedar û nivîskar Osman Sebrî behsa kitekitên pir girîng ji dîroka gelê Kurd a nûjen dike. Ji zarokatîyê bigirin heta bi xortanîyê. Ji Şoreşa Şêx Seîdê Pîran heta bi çalakî û hewldanên sîyasî û leşkerî yên Partîya Xoybûnê, Osman Sebrî perdeyê ji ser gelek hûrgilîyên veşartî hildide û me wer dike di deryaya şikestin, malwêranî û kambaxîyên gelê Kurd li Bakur û Rojavayê welêt de.

Gorbehişt Osman Sebrî ku her demê wekî Kurdperwerekî xwedî pênûseke tûj hatiye nasîn; di nav bîranînan de jî mohra xwe li dîroka xebata gelê Kurd daye û rastîya şilfîtazî li ber me raxistiye. Di vegotina bûyer û qewimînên Şoreşa Şêx Seîd de, li ser sedemên têkçûna Şoreşê radiweste û kil û kêmasîyên civaka Kurd a derebeg û paşverû di wê demê raber dike. Her weha di dema sirgûn û “geşta” li zindanên dewleta dagirker de, ew bi dûrûdirêjî behsa dexs, xêrnexwaz û “kurmên darê” yên Kurd dike ku çawa li dijî birayên xwe pişta dijminê xwe digirin!

Mêrxasî û tirsonekî; camêrî û qelsî; welatperwerî û xinizî; serîhildan û serîçenadin; rêzdarî û bêrêzî: Kurdistana ku her û her welatê nakokîyan bû, vê carê bi zimanê kurê xwe yê çak û xweşmêr -Osman Sebrî- dipeyive.


BÎRANÎNÊN MIN


240

Kurmanci

Anı Roman

1986




Bêjeyên Sereke

BÎRANÎNÊN MIN
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number