BÎŞENGA DEŞTA DÛR

Add to Favorites

BÎŞENGA DEŞTA DÛR

ISBN: 9786059295543




“Tu jî bibêje, stû xwar, çav li tavê, li ber zêrînavê,
vê gavê wê gavê, melisî li ser sîngê deşta xilmaşî ya warê
arzebê, eslê te yê nepenî li taldeyên şaxên spîndarê!”

Bîşenga Deşta Dûr, duyemîn pirtûka helbestan a Kawa Nemirê helbestkarê pirtûkên helbestan ên bi navê Selpakfiroş (Rewşen-Name, Stembol, 2003; Lîs, Amed, 2014), Salname (Lîs, Amed, 2009) û Bêdengî û Tiştên Din (Lîs, Amed, 2012) û nivîskarê pirtûka kurteçîrokan a bi navê Çavdêriyên Barbarekî (Lîs, Amed, 2009) û di Kurdî de wergêrê berhemên William Butler Yeats, Walt Whitman, T. S. Eliot, Ezra Pound, T. E. Hulme, William Shakespeare, Emily Dickinson, William Blake, Tennessee Williams, Yavuz Ekinci, Herman Melville û Stephen Crane, 49 helbestan bi xwe ve digire. Li dereke ku tixûbên kurteçîrok, roman û rexneya Kurdî bi erênî û nerênî têne gotûbêjkirin, bi awayekî dîrokî hema hema her kes hevbîr e ku kelepora helbesta zimanê Kurdî, zaravayê Kurmancî, li gorî bi sedan zimanên cîhanê yên zindî têrtijî ye û ji alîyê naverokê, hêz û şîyana poetîk ve li ser asteke bilind e, ku keşkola Kurdî û kurdînîyê, çi klasîk çi nûjen, bi “helbesteke berfireh” mişt e. Di vê çarçoveyê de, helbesta ku Kawa Nemir heta niha nivîsîye û dinivîse, ji alîyê bihûrgilîbûna xwe, pevgirêdanên xwe yên xurt ên li gel rabirdûyê, îroyê û sercema kelepora Kurdî, nûjenîya xwe û dijwarîya zimanê xwe ve her tê gotûbêjkirin, lê bi şikra îro, van gotûbêjan rê li ber sînerjîyeke hêjayî behsê xweş kirine. Kawa Nemirê ku temenê xwe daye ber “devjenîyeke estetîk a civakî, evînî û takekesî”, bi rêya teknîkên poetîkayê yên ku ji disîplînên hunerê yên wekî sînema, wênekêşî, wênesazî û muzîkê dizên û tên beşdarî qewareya helbestê dibin, bi bînayîya xwe ya mişt bizav, a ku bi xwendinekê du xwendinan xwe eşkere nake, çi kurt çi dirêj, helbesteke bêhnfireh diafirîne, gelek risteyên wî silavan dişînin ji helbestkarên mezin ên mîna T. S. Eliot û Yannis Ritsos re.


BÎŞENGA DEŞTA DÛR


90

Kurmanci

Kürtçe-Şiir-Kitapları

Kawa Nemir

1986




Bêjeyên Sereke

BÎŞENGA DEŞTA DÛR
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number