ÇAR KOTRA ÇAR ÇELA 4KOTRA 4ÇELA

Add to Favorites

ÇAR KOTRA ÇAR ÇELA 4KOTRA 4ÇELA

Omer Dilsoz

Lîs Yayınları

ISBN: 16090779378300

66.00 ₺ (Mîqdara VT)


Whatsapp ile Sipariş




Wê gote min, “Doktor; Kurdbûn, vê serdemê navê ruhekî nû ye. Navê rabûnê. Raperînê. Navê xwedaweşandina teyrê hêlo ye. Ne ku tenê navê grûbeke etnîkî, navê nijadeke Aryanî ye; naxêr, di vê çîrokê de Kurdbûn ji vê pênaseyê gelekî mezintir e. Çimkî li vê mişara cîhanê, Rojhilata Navîn, tekane ruh e ku bêhna zilm û sitemkarîyê neketiye gîyanê wî. Pak maye. Çîraya bindest û hejaran e. Kurdbûn, vê serdemê navê heqîqetê ye çimkî heqîqet ew çirûsk e ku di nav tepeserkirî û bindest de berza dibe, diçirûse. Kurdbûn ew e, hemû dinya gwîzên xwe li ser dilê te dişikîne, hemû dinya belam zûlek kakil jî bi ber dilê te naxe. Ev nasname hawara mezlûman e ji lew re jî navê vê hişyar û raperîna me ya nû Kurdbûn e.  Îcar dilê min temet Kurdekê şikestî, temet Kurdekê perçiqî, temet Kurdekê azar û êşpêketî, temet Kurdekê jî serîrakirî û di ber difna dinyaya bêbext re çikilî. Ev bû Doktor, tenê ev!”


ÇAR KOTRA ÇAR ÇELA 4KOTRA 4ÇELA


270

Kurmanci

Edebiyat - Roman

2021




Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number