Çar Leheng

Add to Favorites

Çar Leheng

Pirtûkxaneya Ehmedê Xanî -6

Osman Sebrî

Lîs Yayınları

ISBN: 9786059014724




Di pirtûkoka "Çar Leheng" de, Apê me Osman Sebrî bi zimanekî rewan û berdil behsa lehengîya çend mêrxasên Kurd dike ku serî li hemberî sitemkarî û zordarîya dewleta Tirk hildaye û navên xwe bi tîpên zêrîn di deftera niştimanperwerîya Kurdistanê de nivîsandine.

Ji Ferzendeyê xweşmêr bigire ku wekî siwarekî çak ê Serîhildana Agirîyê tê naskirin û cihê bawerîya fermandarê Kurd Îhsan Nûrî Paşa bû, heta bi Seyîdxan, Silêman Axa, Mistefa û Remezanê ku bi tena serê xwe li hemberî du alayîyên dijmin şer kir û nêzî heftê leşker kuştin û birîndar kirin. Lehengê dawî jî Adil Beg e ku rûmeta xwe li pêşberî mifrezeya leşkeran neşikand û bêbavîya efserê Tirk danequrtand û ew û mifrezeya wî di xwînê de vegevizandin.

Apê me Osman Sebrî ku bi xwe xweşmêrekî Kurd ê welatperwer e û salên jîyana xwe bi temamî di nav zindan, jankêşî û derbiderîyê de derbas kirine; bi pênûsa xwe ya tûj pesinê qehremanîya Kurdistanîyên duh dike ku meydana Kurdperwerîyê tu carî ji wan xalî nebûye.


Çar Leheng


100

Kurmanci

Edebîyat-Çîrok/Öykü

1986




Bêjeyên Sereke

Çar Leheng
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number