Çavkanî pirtûka yekem a Fêrîkê Ûsiv e ku ev pirtûk bi zarekî herikbar, kubar û mişt ji rabûn û rûniştin û toreya Kurdî av vexwarî pêk tê. Deng û reng û bîna xwezaya wetenê xwe wekî şekirê di nava çayê de têkel kiriye û wekî karxezalekê raberî me dike. Em di vê dîwanê de li gelek taybetîyên Fêrîk rast tên ku di pirtûkên din de wê bibe palpişta hostayîya wî a li şi'rê. Gotin û vegotina ji deryaya dengbêjîya Kurmancî av vexwarî û lîrîzma ji kana siruşta welatê wî derbûyî hê di serî de pireke zexm di navbera xwe û xwendevanan de ava dike:

Gundê Pampê dawet gendî,

Ez lê teglîf, ez lê xwendî.

Di nav koma qewm û biran,

Min wergirtiye xemla giran.

Li bejna min çuxê Kurda,

Kembera zîv qayîş ser da.

Li ser pişta kihêl Pêgas,

Xweş hêl dibim ber bi Parnas.


ÇAVKANÎ


82

Kurmanci

Kürtçe-Şiir-Kitapları

2001




Bêjeyên Sereke

ÇAVKANÎ
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number