Meger ez Rustemê Kurd im, firaqê ez nexweş kerdim

Cegerxwîn im siyahçerd im, di kunca xelwet im ya Reb

Di mêjûya wêjeya Kurdî de, Seydayê nemir Cegerxwînê Hesarî cihekî taybet û nêvnas digire û her dem wekî helbestkarê gel ê hem klasîk hem nûjenxwaz deng daye û cihê xwe di dil û hişê gelê xwe xweş kiriye.

Di vê veçapa nû ya berhemên helbestî yên Seyda Cegerxwîn de, Weşanxaneya Lîsê ya ku ji sala 2004'an ve barê weşandina şahberhemên Kurdîyê avêtiye ser milên xwe, xwestiye ji nû ve li dîwanên Seyda vegere û bi hûrbînî û şarezayî çapeke hêja ya sererastkirî raberî hezkerên helbesta Kurdî bike.

Ev çapa li ber destên we berhema kedeke dûrûdirêj a pisporane ye. Armanca sereke ya vê veçapkirinê ew e ku dîwanên Seyda Cegerxwîn bi rengekî nûjen û xweşamadekirî werin raberkirin.

Çapa Lîsê ji du bergên mezin ên bedew û dilrevîn pêk tê ku qutîyeke rengîn wan hembêz dike. Cilda yekê bi serenavê “Ronahî Li Pey Tarî ye” û cilda duyem bi serenavê “Ji Min Dil Bir Bi Carek” e.

Lîsa ku her dem xwedî li pêşeng û nûjenxwazên wêjeya Kurmancî/Kurdî derketiye û xwe berdaya rêça dirêj a bipêşvebirina wêje û çanda Kurdan, vê carê bi veçapkirina dîwanên Cegerxwînê Seyda -Seydayê Helbesta Kurdî- li pêşberî xwînerên xwe ye... da ku em jî wekî Cegerxwînê gewre “nûjen bin bi pîrî”… da ku em“guh bidin saza” Cegerê xwe.


CEGERXWÎN CILD 1-2 (SET)


992-873

Kurmanci

Kürtçe-Şiir-Kitapları

2001




Bêjeyên Sereke

CEGERXWÎN CILD 1-2 (SET)
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number