Çîrokên Gelêrî, bi berhevkariya Mesût Fîdan hatiye holê. Ji çîrokên gelêrî û fablên Herêma Botan; Şirnexê, Qlebanê, Cizîrê, Silopî û derdorên wan pêk tê. Mesût Fîdan lîsansa bilind ya ziman û wêjeya kurdî qedandiye û amadekariya doktorayê dike. Wî ev çîrokên gelêrî ji devê çîrokbêjan girtiye û ji bo devoka Botan bê naskirin û lêkolîner nîqaşê li ser bikin, wekî devoka herêmê hatiye nivîsandin. (Weşanxaneya Berbang)

Ji ber pêşveçûnên di qadên teknolojiyê de êdî parastina çand û kelepûra me, ya netewî gelek zehmet ketiye. Pêwîst e ku erka me xwendekar û lêkolîneran a herî bingehîn; parastin û nûvejinkirina nirxên me yên netewî be. Em dizanin ku çanda kurdan ya herî paqij û kevnare xwe di edebiyat, edet û toreyên gel de nîşan dide. Lê mixabin di roja me de ev gencîneya welat û gelê me ketiye di bin bandora teknolojiyê de û li ber wendabûyînê ve diçe. Her çiqas li ser çîrokên kurdan ên gelerî hem ji aliyê biyaniyan ve û hem ji aliyê kesên kurd bi xwe ve hinek lêkolîn û xebat hatibine kirin jî, ev xebat ji bo gencîne û kaniya çîrokên welatê me hindik in. Bi taybetî li ser çîrokên herêma Şirnex heya niha bi awayek sîstematîk lêkolînek berbiçav nehatiye kirin. Cara yekem e ku min bi riya kamerayê 41 çîrokên herêmê tomar kirin. Mebest ji vê xebatê ew e ku; ez, çîrokên herêmê ji bo lêkolînên li ser devoka Şirnex, bikim wek çavkaniyekê. (Mesût Fîdan)


Çîrokên Gelêri Ji Herêma Botan


160

Kurmanci

Edebîyat-Çîrok/Öykü

2014




Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number