Çîrokên Gelêrî

Add to Favorites

Çîrokên Gelêrî

Yên Devera Qerejdaxê

Haşim Aslan

Weşanên Dîwan

ISBN: 9786056319228




Xebatên li ser folklor û kevneşopiya Kurdan her ku diçe zêdetir dibin. Heta çend sal berê jî, kitêbên ku bi kurdî bêne xwendin li kitêbfiroşan peyde nedibûn. Lê niha bi sedan pirtûkên li ser çand, edebiyat, folklor, kevneşopî , tarîx û zimanê Kurdan diweşin. Wekî ku nivîskar bi hev re ketibin pêşbirkê, yek li ya yê din dikeve piyasê.
Çîrokên Qerejdaxê jî yek ji wan e. Xebat ji qelema Haşim Aslan û weşanxaneya Dîwanê derketiye. Çîrokên di vê xebatê de li devera Qerejdaxê bi sedan belkî jî bi hezarên salan in têne gotin. Li deverê, carinan bi navê çîrok, carinan wekî mesele û carinan jî wek qamîşok tên binavkirin. Ev çîrok hemû gelêrî ne, ji devê kal û pîrên ku ji xeynî Kurdî bi tu zimanên din nizanin hatine guhdarîkirin û nivîsandin. Niha jî li ber destê xwendevanan e.
Yên bixwazin çîrokên bitam, xweş û rengîn bixwînin, dikarin li hemî pirtûkfiroşên Kurdistanê bi dest bixin. Ên ku nikaribin jî dikarin ji navnîşana weşanxaneyê bixwazin.


Çîrokên Gelêrî


79

Kurmanci

Kürtçe Roman ve Novel

2012




Bêjeyên Sereke

Çîrokên Gelêrî
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number