Çîrokên Semedê Bêhrengî - II

Add to Favorites

Çîrokên Semedê Bêhrengî - II

Semedê Bêhrengî

ISBN: 9786057420176




Di nivîsên Bêhrengî de;

Ûldûza Biçûk û Koma Qijikan di çavê keçikeke biçûk de dinyaya zarok û ajelan nîşanê me dide. Ûldûza Biçûk nîşanê me dide ku her çiqas em fehm nekin jî ziman û xeberdana ajelan jî heye û divê li ajelan zilm neyê kirin...

Ûldûza Biçûk û Pitika Axêver dinyaya zarokan dide ber çavan ku dinyaya wan çiqas nazik e û divê em jî li gorî vê naziktiyê tevbigerin. Ûldûz Xanim bi alîkariya hevalên xwe dixwaze bibêje; ronahî çiqas hindik be jî dîsa jî ronahî ye...

Di destana Keçelê Kevokçî de rasterast nebe jî em laqê teoriyên Karl Marks tên. Lewre weku Marks gotî divê hemû kedkar destên hev bigirin, mamoste Bêhrengî jî di vê çîroka xwe ya delal de li ser keda karkeran disekine û şer û pevçûnên di nava çîna serdest û bindest de bi awayekî fantastîk dide ber çavan...

Koroxlî û Hemzeyê Keçel yek ji hêjatirîn çîroka mamoste Bêhrengî ye. Navê Koroxlî ê rasteqîn Rûşen e, piştî ku çavê bavê wî ji hêla serwerê bajêr ve tê derxistin, navê Koroxlî li xwe datîne û li hemberî zilm û zordariya serok û serwerên zalim têdikoşe. Di vê têkoşîna wî de gelek dost û hevalên wî çêdibin û çiyayê Çamlibelê dibe warê wan ê azad. Motîfa Hemzeyê Keçel jî ji wan kesan e ku ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî aliyê zaliman dikin û di dawiyê de têk diçin...

Di çîroka Li Pey Şopa Felekê de nivîskar dixwaze bi me nîşan bide ku mirov dikare qedera xwe biguherîne û ya ku ji mirov re dimîne ji bilî keda wî pê ve tiştek nîne û aqilê şîrîn careke din dide ber çavan...

Pîrê û Çûçika Zêrîn me ji aliyê Bekoyên Ewanan ve hişyar dike da ku em bi Bekoyan neîne xapandin...

Çîroka Bizina Rûspî hêjabûna aqilê mirov dide ber çavan ku wekî pêşiyên me gotine: Aqil taca zêrîn e, li serê her kesî nîne...

Di Gur û Pez de nivîskar careke din li ser aqilê şîrîn disekine.

Belê zarokên delal û mezinên birêz;

 

Di baweriya min de her çiqas meriv naveroka çîrokan nikare bi kurtasî vebêje –ji ber ku xet û sînor ji xeyalên zarokan re tuneye- dîsa jî min xwest bi çend rêzan qala naveroka çîrokên Semedê Bêhrengî bikim. Ya baş û xweş ew e ku hûn bixwe van çîrokan bixwînin û tahma  edebiyatê jê bigirin û hûn bixwe peyamek bo xwe jê derxînin.


Çîrokên Semedê Bêhrengî - II


175

zazaca

Edebîyat-Çîrok/Öykü

2022




Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number