Şerê Cîhanê yê Yekem ji bo Almanyayê bi têkçûneke mezin bi dawî bû. Komara Weimerê hat ser desthilatdarîyê lê gelê Alman ji ber vê têkçûna dijwar bi trajedîyeke mezin re rû bi rû mabû. Ji binketina xwe re li sedemên neaqilane digerîyan. Yekî mîna Hitler, ku hemû astên şer dîtibûn, wekî axêver derdiket hemberî gelê Alman û qala paşerojeke nîgaşî dikir.
Bi ya Hitler, di şer de ciwanên Alman sistî nîşan daye, lê divîyabû bê zanîn, gelê Alman ji mêj ve gelekî leşker e. Hemû kar û barên aborî di destên Cihûyan de ne. Alman belengaz, Cihû dewlemend. Çawa dibe? Hitler dîtinên xwe yên bi vî rengî di bin sîwana Demokrasîya Weimerê de belav dikirin.


Êdî di salên sihî de, dengê gavên Hitler xurttir dihate bihîstin. Bi taybetî jî di nava ciwanan de, ramanên wî her berbelav dibûn.
Nirxên berê li ba wan ne watedar bûn, lê hîn nirxên nû jî bi rêkûpêkî nehatibûn afirandin. Ev ciwanan di navberê de mabûn; hemû bawerîyên xwe winda kiribûn lê tiştên ku pê bawer bikin jî derneketibûn holê. Di nav keftelefteke mezin de dijîyan û li rêya xwe digerîyan.


Wan ji dê û bavên xwe re rêz nedigirt û zimanên xwe ji mamostayan re derdixistin, bi zarî wan dikirin. Di nav daristanan de hînî rêbazên leşkerî dibûn. Pirtûkên giranbiha bi tenê ji bo pêkenînê dixwendin.


Ev pirtûk trajedîya wan ciwanan e.


Herrmann Hesse di nameya xwe ya ji bo hevalekî de weha dibêje: “Ez ê pirtûkeke biçûk pêşnîyarî te bikim, Jugend ohne Gott'a Horváth. Bi awayekî xurt rewşa exlaqî ya cîhanê ya îroyîn nîşanî me dide.”


CIWANÊN BÊXWEDÊ


172

Edebiyat - Roman

SALIH BADILÎ

2014




Bêjeyên Sereke

CIWANÊN BÊXWEDÊ
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number