Kesên ku nivîsên wî/wê tê de hene
 
Tehsîn Îbrahîm DOSKÎ, Yadîgar Resul HEMEDEMÎN, Hayrettin KIZIL,M. Zahir ERTEKIN, Ayhan YILDIZ, Nurettin ERTEKIN, Sami ÇELIKTAŞ, Ahmet KIRKAN, Nesim SÖNMEZ, Şerif GÜZEL, Muhammet İkbal DENIZ, Müslih SEZER, Gülistan Çoban EMINOĞLU, Nevzat EMINOĞLU, Veysi İNCI
 
 
 Di vê xebatê de, me xwest ku em Melayê Cizîrî nas bikin û herwiha nasiya wî û hunera wî bidin we xwendevanên hêja. Helbet ev berhem bi naveroka xwe ve ne Cizîrînasî ye. Lê belkî çengek be ji behra kûr a Cizîrînasîyê. Û daxwaz ew ku ev çeng bibe destpêkeke dilnizm ji bo naskirina wî.
 
Nivîsarên vê pirtûkê, bi nêrînên cuda ve hem ji aliyê edebîyatê hem ji alîyê zimên ve li dîwanê hûr dibin. Di pirtûkê de, 12 meqale û guftûgoyek heye. Nivîsarek bi soranî, yek bi zazakî û yên mayî bi kurmancî ne. Pirtûk li ser pênc beşan hatiye dabeşkirin. Bi hêvîya ku bibe coyek rewan, biherike û bigihîje behra xwe.
 
 
 
Ger lu’lu’ê mensûrî ji nezmê tu dixwazî
Wer şî‘rê Melê bîn te bi Şîrazi çi hacet
Di î‘cazê beyanê da suxen ger bête însafê
Dizanit muxteser herkes Melê sihr û ‘îbaret kir
 

Cizîrînasî


396

Turki

Portre - Biyografi - Monografi

2021




Bêjeyên Sereke

Cizîrînasî
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number