z nizanim bê kengê ev peyva lîberal ket nav sîyaseta kurdî, min tu
agahî û lêkolîn li ser vê yekê nekiriye û nedîtiye. Ji wêrekîya xwe ya
cahilî dibêjim, belkî mirov karibe vê peyvê bi Necdet Gundem ve girê
bide. Qet nebe em behsa helwest û bizavên lîberalî bikin teqez divê
navê cenabê wî bê hildan û li şopên wî bêne raçavkirin. Lê belê di nav
vê kurtedîroka lîberalîzm de lazim e mirov wî û pseudo-lîberalîzmê ji
hev cihê bike. Di vira de em ê xwe bispêrin rêgezeka wî ya din ya bi
navê "takakesî (takexwaz)". Bi rastî û bi giştî ev rêgeza takexwaz
rêgezên xwerexnekirin û eşkerebûnê jî dikare di hundirê xwe de
bihewîne ku ev rêgez di temamê jîyana wî de şêwe daye helwestên wî.
Her wekî din, dîsa tiştên sereke ku wî û kesên sîyasî ên wê demê ji hev
cihê dikin di bin sîwana vê rêgezê de dikarin kom bibin: pêşbînîya wî
kiriye ku ji kom û girseyan zûtir bifikre û tevbigere, her û her bi serê
xwe fikirîye (bi fikrên deynkirî tevnegerîyaye), tu carî nehiştîye ku
fikrên wî di bin wesayetê de bimîne ku ev jî azadîya fikrî û qabîlîyeteka
derbirînê lê zêde kiriye.
Ferzan Şêr


DARÊ ŞİKESTÎ


160

Kurmanci

Anı

2021




Bêjeyên Sereke

DARÊ ŞİKESTÎ
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number