Xwendevanen bi rumet u heja. Em tev dizanin ku zargotina kurdi wek deryayek ku ser u bine we naye zanin e. Bi hezar salan li ser ve erdnigariya welate me bi hezaran çirok u destan u stran hatine afirandin. Ji ber bihiştiya welate me gelek dagirker u talankeran bere xwe dane welate me. Çanda me talan kirine. Berhemen me ji xwe re birine li ser nane xwe li cihane belav kirine. Weke çiroken hezar u yekşeve, weke çiroken heywanan ku ewrupiya birine u weki male xwe bi kar anine. Ji bo ji niha u pe ve peşiya ve talankariya biyaniyan were girtin dive kurd bi dil u can li çanda xwe xwedi derkevin. Çirok, stran, destan, gotine peşiyan, tiştanok, durik u lawijen Kurdistane berhev bikin da ku em ji bi pesindari qala zargotina xwe bikin. Ji deryaya be bini dilopek be ji, me ji dengbej u çirokbejen ku li Amede ne, çend pirtuk amade kirin. Ev pirtuk ya yekemin e. Di ve pirtuke de ji deve dengbej u çirok bejen gelek stran, çirok u destan hatine nivisandin. Em gelek spasan peşkeşi van hevalen heja dikin ku alikariya me kirin. Tİşten bi salan di hişe xwe de digirtin ji me re gotin. Me ji amade kır.


Dengbêj û Çîrokên Amedê 2


207

Kurmanci

Müzik

2014




Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number