Dengê Pepûkê Haîkûyên Îlona Nû

Add to Favorites

Dengê Pepûkê Haîkûyên Îlona Nû

Utku Bîngol

Na Yayınları

ISBN: 9786257085083




Bêjeya Kurdî da Îlonek Nû
Payîz, ji her demsalekê parekê dinizilîne nav zemanekî kehrîbar û vî zemanê kehrîbar ji hemû zemanên din diqetîne. Lê tew wext Îlona payîzê be, di vî zemanê kehrîbarê nizilandî da hê xweşiktir dibe xweza di her kirasê guhertinê da. Li hev dikele ronkayîya hîvê, hewşên qonaxên vala yên bi xem, bêhna xwelîyê,mirmira çeman, siya darên kehrîbar û kulamên bayê. Xweza hew dibe wek livek bêdawî, ji payîzê heta payîzekê..
Di bêjeyê da lêgêrîna tiştekî nû bi qasî guherîna demsalan xweşik û balkêş e. Lê guhertina demsalên di bêjeyê da ji guhertina demsalên xwezayê zêdetir diajo.Carna ew qas hînî sar û sermayê, vejîna bi kelecan, kelkela germê dibe xwe nagihîne wî zemanê kehrîbarê nizilandî yê ku ji hemû zemanên din hatiye qetandî. Ancax ji vê xewê tevlihevbûne mezin û şopa wê kûr dikare ber payîzê , ber bi Îlona Nû bibezîne. Di heyam û zemanên pêsîrtengiyê û kaotîk da bêje û bêjekar ji bo ku kelamê bixelisîne ji vê pêsîrtengiyê li rê û dirbên nû digerin û dikevin vê ttayê.Haîkûyên Îlona Nû yên Ulku Bîngol jî di Dengê Pepûkê da ketiyê vê tayê û vê bi xwîner dide hîskirin. Dest ji a kevn ber dide û bi hespê Îlona Nû dikeve rêyek nû, şêwazek nû, estetîk nû, hêmayek nû.Dibê nefret e zeman û li hember vî zemanî dide dû zemanên din.


Dengê Pepûkê Haîkûyên Îlona Nû


54

Kurmanci

Kürtçe-Şiir-Kitapları

2000




Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number