Pirtûka Çil Kelatên Kurdistanê lêkolîneke li ser stranên kurdî hatiye amadekirin. Tê de ji 500 î zêdetir stran cih digirin. Dîrok û çîroka Stranên dîrokî ku li ser kelehên Kurdistanê hatine gotin, her wiha stranên ku bi sedan sal in di nava civakê de tên gotin di pirtûkê de cih digirin û sedemê derketina wan stranan tê vegotin. Bi vî awayî pirtûk di heman demê de wekî pirtûkeke dîrokî ye jî.

Di pirtûkê de du wersiyonên Destana Keleha dimdimê jî cih digirin. Yek ji wan wersiyonan nêzî 50 sal berî niha ji aliyê dengbêjekî ve li ser kasetê hatiye xwendin.

Li ser pirtûkê CD jî tê dayîn, bi vî awayî miqamê stranan jî hatiye nişandan.

Pirtûk ji her hêlê ve xebateke pir hêja û di qada xwe de yekemîn e.   


Destan û Stranên Kurdî


669

Kurmanci

Müzik

2019




Bêjeyên Sereke

Destan û Stranên Kurdî
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number