Dîcle Diherike Dilê Min

Xwedê dil daye herkesî, lê hêza ku wî dila tenê bikşîne nedaye tu kesî. Dilek du hezkiriyan nikare bikşîne, lê du hezkirî ancax dikarin dilekî bikişînin. Heke ku tu dil bigihêjin hev, weke ku du parzemînên bi salan jihevqetiyayî werin cem hev. Şûna wan a berê di hev de dixûyê. Di navberê de çiqas wext derbas bibe dîsa jî hev nas dikin. Kêmasiyên xwe bi hev temam dikin. Her tişt diçe ji vî welatî, însanên wî diçin dibin penaber, çemên wî dibin xemla erdnîgeriyên biyanî. Welatê bilind, derdê te çiqas mezin e. Nalîn tê ji te. Her derê te birîn e û birîn li ser birinê dert^di te de. Êdî dem hat divê her Kurd birînek te bike para xwe û di erdnigarîya te de birîn nemînin. Divê tu êşê ji ser xwe rakî, êdî wextê birîndaran hat, wê birînên te jî te bistînin û wek merhemê li bedena xwe xin. Birîndar lazim in ji te re.


Dîcle Diherike Dilê Min


232

Kurmanci

Edebiyat - Roman

2014




Bêjeyên Sereke

Dîcle Diherike Dilê Min
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number