Şairê gewre ê Kurmancîyê Fêrîkê Ûsiv, wekî dîwanên xwe ên berî niha, di vê dîwanê de jî bi zimanê xwe yî herikbar, bi lîrîzma xwe a nebûye qismetê gelek kesan, di derheqa xweza, cimaet, zanîn, adet û toreya Kurdî de şi'rên hêja lê kirine. Fêrîkê Ûsiv, deng, reng û bêhna peyva Kurmancîyê wekî bayê sihara sibeyê xas, hênik û arambexş raberî dile xwendevanan dike. Bi her şi'reke wî hêz û şîyana me qewîtir, girêdana me a xak û jîyanê xurttir dibe. Dinya Delal, elbûmeke ji pêjnkarî, raman, hestyarî û hez û huba Fêrîk a derheqa şairên berî wî, a xwezayê, a heywanat û a hesreta dinyayeke aş û bi bereket e. Wekî çawa behsa vê dinyaya derewîn û ruh dike;

Dinya, tu çi qas delal î,

Êvar û berbangê safî va,

Bi erş û ezmanê xik-xalî,

Bi mêrg û çîmanê avî va…

Texmîna min, mîna kilamê,

Ruh dijî, ji can der dimîne…

Texmîna min Rebê alemê

Haqa jî bê îsaf nîn e…


Dinya Delal


200




Bêjeyên Sereke

Dinya Delal
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number