Dîwan, her sê pirtûkên Seydayê Tîrêj yên bi navê XelatZozan û Cûdî dihewîne. Helbestên Seydayê Tîrêj rengvedana jiyana kurdan a sedsala 20an e. Heta ne tenê kurd, dîroka kurdan a nêz, wek şerê azadiyê li başûrê Kurdistanê, gelek bûyerên li Rojhilata Navîn û dinyayê jî ji helbestên wî re bûne mijar. Helbesta Tîrêj şahidê dîroka gelê kurd a sedsala borî ye. Ji şerê serxwebûna Cezayîrê bigire heta berxwedana gelê Vîetnamê, ji têkoşîna Filistînê bigire heta şoreşên ku bi pêşengiya Che Guevera li Amerîkaya Latîn rû didan, tê de dixuyin.
Bi kurtayî, helbestên Seyda digel aliyên xwe yên edebî, di heman demê de eyneya jiyan û dîroka kurdan a sedsala borî ye. Seydayê Tîrêj, bi dîwanên xwe, dê xwendevanan derxe rêvitiya dîrok û edebiyatê ya li seranserê sedsalekê.

DÎWAN – Xelat, Zozan û Cûdî


544

Kurmanci

Kürtçe Divan ve Klasikler

2014




Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number