Dîwana Hestiyan

diviya bihata derbaskirin ev sînor

qelenê elendên bi zeraqên rojê xemiliye

diviya bihata binpêkirin ev zagon

şikandina destnimêja qedera li ser

kêlikan hatiye nivîsandin

diviya ji striyên polayî biniqutiya

hindik hindik

xwîn polîtîk e…

 

me birînên hev dialastin

di bin barana xezebê de

temenê me sê şev û sê roj

(em tim leqayî yên ji me emirkintir dihatin

pirpirokên evînê sûc dijîn

pirpirokên sînoran)

di sewgura sibehê de em can didin

can polîtîk e…


Dîwana Hestiyan


104

Kurmanci

Kürtçe-Şiir-Kitapları Şiir

2017




Bêjeyên Sereke

Dîwana Hestiyan
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number