Sebeba çapkirina van helbestan ew e ku ez dixwazim pirekê di navbera îro û do de ava bikim. Mixabin helbesta klasîk êdî têk çûye û hema hema ji holê rabûye. Yan jî di hucre û medreseyan de maye û li ber xwe dide. Ew şêweyekî girîng e ji wêjeya me lê êdî  di nefesên xwe ên dawî de ye. Piraniya helbestvanên me yên nûjen jî nikarin li ser bingeha klasîkên xwe projeyên xwe yên afrênerî ava bikin, ew li hewa daleqiyayî mane. Ji rehên xwe qut bûne. Ku dibe qal û behs jî, tenê navên mezin jiber kirine. Nikarin di hundirê wan klasîkan de bigerin û dakevin kûrahiya deryaya klasîkan û gewheran ji xwe re berhev bikin.

Jan Dost


Dîwana Jan


112

Kurmanci

Kürtçe-Şiir-Kitapları

2015




Bêjeyên Sereke

Dîwana Jan
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number