Dîwana Şêx Şemsedînê Exlatî

Şêx Şemsedîn, şa‘irê edebiyata Kurdî ya qedîm e. Di dawiya sedsala 16an heta sedsala 17an jiyaye. Di edebiyata Kurdî de yekemîn helbestvanê terîqeta Xelwetiye ye. Ta vi kengî muntezir bim ?ebr û ?aqet min neman Ey ?ebîba way li min ku ’v Xelwetît yekcar(i) kuşt Şêx Şemsedînê Exlatî, di sala 1588an de li navçeya Exlatê ku îro li ser Bedlîsê ji dayik bûye. Ji ber şerên di navbera dewleta Osmanî û Sefewiyan de ji Exlatê ber bi çiyayên Oremarê koçber bûye. Piştî çend salan, ji Oremarê gihîştiye Birîfkayê û li wir bi cî bûye. Şêx Şemsedîn, perwerdeya xwe li cem kesên ji malbatê standiye. Di sala 1674an de, di 86 saliya xwe de, li Başûrê Kurdistanê li gundê Birîfkan ku li ser bajarê Dihokê ye, wefat kiriye û li wê derê hatiye definandin. Ez ku mestê meyê ‘işq im tenenaha ya hû Mi?r û Begdad û Dimeşq im tenenaha ya hû Teşneê abê wi?al im ji gemê ‘işqê tinalim ‘Aşiqê ?eyyê Celal im tenenaha ya hû Şêx Şemsedîn, hemdemê Mela Ehmedê Cizîrî û Feqiyê Teyran e. Heta niha mîna hemdemên xwe baş nehatiye nasîn. ‘Alem eger çi qal tikin ez tibêjim ji derdê ‘işq Qetl im eger ?elal tikin ez tibêjim ji derdê ‘işq Munkirê vê ji mêj in ew ji dîriyê dibêjin ew Xûnim eger tirêjin ew ez tibêjim ji derdê ‘işq Ji hêla nirxandina edebî ve ziman û qalibên serbixwe ava kirine. Sentaksên nû çêkirine. Cihê wî di edebiyata Kurdî de pir giring e. Jiyana gundewarî û siruştî di helbestên wî de berbiçav e. Ziman û felsefeya ku di dîwanê de hatiye bikaranîn taybetê bi wî ye. Şêx Şemsedîn, bawerîya wî bi fikra wahdetu’l-wucûdê heye. Ev bawerî di helbestên wî de berbiçav e. Helbestên wî pir rewan û herikbar in. Çûye ji min ?ebr û qerar tigrîm bi feryad û hewar Navête min geyrî dîdar ten tele lat la la

 

Dîwana Şêx Şemsedînê Exlatî


27

Kurmanci

Kürtçe Divan ve Klasikler

Bamed Serdar

2015




Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number