Doktor Glas cara pêşî di sala 1905an de li Stockholmê derket. Gava derket, ji ber mijar û naveroka xwe pir li ser hat peyivandin û rexneyên tûj lê hatin girtin. Lê ew îro li Swêdê romana herî navdar û ya herî pir jê tê hezkirin e. Heta niha gelek nivîskarên swêdî ji ber karakterên romanê romanên nû nivîsandine. Roman gelek caran jî adapteyî fîlm û teatroyê bûye û aktuelbûna xwe her parastiye. Doktor Glasê ku lehengê romanê yê sereke ye; doktorekî bi tenê, reşbîn û ji aliyê ruhî ve aciz e. Gava jina ciwan Helga li deriyê wî dixe û ji bo rizgarbûna ji mêrê xwe yê keşe Gregorius alîkariyê dixwaze, hingî doktor dikeve nav tevgerekê. Gelo doktor ji bo ku ji tenêtiya xwe rizgar bibe wê ji Helgayê hez bike? An jî ji bo ku Helgayê rizgar bike wê bixwaze Keşe bikuje? 

Doktora Glasê ku bi teknîka rojenotan hatiye nivîsandin, bi kelecaneke mezin tê xwendin… 

DOKTOR GLAS


172

Kurmanci

Edebiyat - Roman

Firat Cewerî

2017




Bêjeyên Sereke

DOKTOR GLAS
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number