DU POÊM MEMÊ Û EYŞÊ & ZEMBÎLFIROŞ

Add to Favorites

DU POÊM MEMÊ Û EYŞÊ & ZEMBÎLFIROŞ

Xelîlê Çaçan

Lîs Yayınları

ISBN: 9786059014458




    • “Di nava dûmanê de, li binîya gêlî

      Va gurê birçî dike zûkînî.

      Qasekê û bi şûn de dengê gulleyê hat,

      Li gêlî bû şîrqîn, zinaran nivat.

      Gelo çi deng e, çi qareqar e,

      Dibe nêçîrvan li guran digere?

      Dibe qaçax in, yan dibe cerd e,

      Dora pêz girtîye, naxwaze berde?

      Yan dibe cerdê avête ser gund?..

      O, şuxulê xerab, şuxulê nerind...

      Li wî milê çîyê, li hinda zangan

      Bû qirçeqirça gulleyên bêrdangan.”

       

      Ji Memê û Eyşê

       

      Xelîlê Çaçan (Mûradov) ê nivîskar, radyokompozîtor û serokê navdar ê Radyoya Kurdî ya Rewanê û kedkarê çanda Kurdên komarên Sovyetê û tevayîya Kurdistanê, helbestên xwe yên bi navên Memê û Eyşê û Zembîlfiroş di sala 1965'an de nivîsîne. Wî her du helbestên xwe li ser bingehên zargotina Kurdî/Kurmancî ristine, du çîrokên navdar ên zimanê Kurdî, Memê û Eyşê û Zembîlfiroş ji nû ve, bi şêweyê helbestî nivîsîne, bi vî awayî jî, di gel gelek warên xwe yên xebatê, nîşan daye ku bi xwe ji warê helbestê jî nemaye.

       

      Lîs berhema Du Poêm – Memê û Eyşê & Zembîlfiroş a Xelîlê Çaçan Mûradov bi şanazî pêşkêşî kelepora helbesta Kurdî dike.

       

       

DU POÊM MEMÊ Û EYŞÊ & ZEMBÎLFIROŞ


64

Kurmanci

Kürtçe-Şiir-Kitapları

2015




Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number