Di çîrokên vê berhevokê de, wekî nivîskarîya xwe ya herdemî, Emerîkê Serdar zimanekî afirîner, zelal, fêmbar û nêzîkî gîyan û ramîna civakê bi kar tîne û ev yeka han nivîskarîya wî li ber dilê xwîneran şîrîn dike.Di çîrokên xwe de, Emerîkê Serdar dide dîyarkirin ku ew nivîskarekî zana ye, nêzîkî êş û mijûlbûnên gelê xwe ye û dizane çawa û kengê destê xwe dayne ser birînê û bibe vebêjerê jan û xerîkbûnên civaka xwe.

Pirtûka “Êdî Dereng Bû”, berevoka çîrokên teze û rastgir e. Di vê berhemê de sêzdeh çîrok, neqiş û nîgarên hûr cî digirin. Hin çîrok di der heqê dayîka xebathez û xemxwir de ne; nivîskar di van çîrokan de jîyana dayîkê, xem û xeyalên wê, dilovanî û dilnazikîya wê berbiçav dike. Nivîskar bi dûrûdirêjî li ber keda dayîkê radiweste û dide dîyarkirin ku heta zarok mezin nebin û nebin dê û bav, ew ê tu carî keserkêşî, cangorîtî xemxwirîya dayîkê fêm nekin.

Bi zimanekî civakî û rastîgirîyeke nazik, çîrokên Emerîkê Serdar li derîyê dilê me didin. Ev berevoka Emerîkê Serdar a duyem ku ji çend çîrok, neqiş û nîgarên hûr pêk hatiye, di sala 1979'an de li Êrîvanê bi bi tîpên Kirîlî hatiye çapkirinê, vê carê jî ji Weşanxaneya Lîsê bi tîpên Latînî derdiçe.


ÊDÎ DERENG BÛ


216

Kurmanci

Kürtçe Roman ve Novel

2015




Bêjeyên Sereke

ÊDÎ DERENG BÛ
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number