Hewa sar û seqem bû. Berfek pûk li ser serê wan dibarî. Serma bû; zikê wan birçî, laşê wan jî westiya bû. Vîna wana xurt û hêviyên wanên germ hêz dinuqutan lingê wan. Di vê meşa dijwar de ne sarbûn ne birçîbûn û ne jî rehtbûn ji wan re nedibû asteng. Weke ku li ber def û zirnê govend were girtin bi coş û kelecanek bilind rêz bibûn li dû hev dimeşiyan. Lingên bi rîtmek berbiçav bi hev re diliviya. Baya hişk, barîna berfa pûk, bahozek dijwar avakiribû, her der wekî mijê di nav toz û dûmanê de mabû, mirov pêşiya xwe nedidît. Hêlm û germa ku ji devên wan radibû jî, ji vê hewayê re hevbarî dikir…


Efsûna Awaza Zîlanê


192

Kurmanci

Edebiyat - Roman

2000




Bêjeyên Sereke

Efsûna Awaza Zîlanê
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number