Çîroka Ehmedê Hakariyan, ne tenê serpêhatîyên ciwanekê Colemêrgê ye, di heman demê de bi vegotineke xas wêneyeke folklorîk ya wî cihî jî radixe ber çavên xwandekaran.

Nivîskar, serpêhatiyên Ehmedê Hekariyan bi devê çîrokbêjekê dide neqlkirin. Ehmedê Hekariyan hêj biçûk, dayîka wî dimire. Bavê wî di nav feqîrîyeke xedar de kurê xwe bi şivantîyê xwedî dike. Lê piştî ku fahma dibe babê wî jî dimire û bi tena serê xwe dimîne. Di temenê xwe yê biçûk de, ji bo mala ku lê dimînin şivantîya bavê xwe berdewam dike lêbelê ji ber heqeret û biçûkxistinê neçar dimîne. Ev bextreşîya wî, wî bi dinyayê têxe. Li pey karwanan dikeve û diçe welatên bîyanî. Cihê ku diçê rastî jîyaneke nû tê û dikeve hêyîyê. Mixabin ev rehetîye zêde berdewam nake û mecbûr dibe ku vegere Colemêrgê, lê di rê de aşût bi ser de tê û termê wî biharê, piştî ku berf dihele tê dîtin. Ji alîyê gundîyan ve li mexbera bêkesan tê binaxkirin.


Ehmedê Hekariyan


432

Kurmanci

Edebiyat - Roman

2000




Bêjeyên Sereke

Ehmedê Hekariyan
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number