Eliyê Etmanekî û Filîtê Quto

Add to Favorites

Eliyê Etmanekî û Filîtê Quto

Yakup Meşe

Weşanên Ava

ISBN: 9786054652822




Li Kurdistanê, herêma Rojka xelayek rû dide. Heft salên dirêj, xêncî zivistana ku hinek berf diket, dilopek baran jî nabare. Ruyê erde dihele ji germê. Erd mîna bûkek ku zavayê xwe wenda bike û bigirî, dev û lêvên wê diqelişe. Ji ber birçîbûnê, goştê canê gel roj bi roj dihele. Siyê konan, ber keviran van nasitirîne ji xezeba tava tîngerm.  Hêdî hêdî mirin xwe rê dide. Zarok, pîr û kal ji ber birçîbûnê debar nakin û can didin û gele herêmê diçe helakê.

Lê hêviyeke wan heye. Mezinê êla wan, Emê Etmanekî û biraziyê wî Elî.

Hêvî dikin ku ew karwan rakin û herin ji diyarên dûr ji wan re xawinê bînin.

Karwan derdikeve.

Di vê rêwîtiya dijwar de, qelsî û çewtiyên lehengan, mêrxasî û camêriya wan rûpel bi rûpel mirov dikşîne nava xwe.  


Eliyê Etmanekî û Filîtê Quto


112

Kurmanci

Edebiyat - Roman

2001




Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number