“Piştî birina Brahîm, ya ku Îsmaîl li çiyayê Moriya bike qurbanî bi çar
hezar û sed û duwazdeh sal; piştî Îsa çû ser qebra Lazer a li
Baytanyayê qêriya got: “Lazer derkeve derve!” bi hezar û çarsed û
heştê û çar sal; piştî ku Utbe bîn ebû Weqqas di herba Uhûdê de diranê Muhammed şikand, bi hezar û sêsed û not û du sal; piştî ku jina
Potîfar Zuleyxayê kurtikê Yûsifê ku digot “Dexîlê Xwedê me” û direviya
ji pişt ve çirand, bi du hezar û nehsed û heftê sal; (...) piştî
Gilgamêş giyayê nemirinê ji Utanpiştî stand û mar ji wî dizî heft
hezar û du sal; piştî Don Kîşot di sibeheke tîrmehê ya germ de li ser
pişta Rocinantê dest bi serûwena mezin kir, bi çar sed û diwazdeh sal
şûn de ser-milyaket Cibraîlê şeşbaskî daket ser rûyê erdê û ji Mêhdî re got “Binêre!””
...Û Mêhdî di nav xirecira jiyana rojane de bû pêxember lê vî zemanî
pêxembertî qet ne hêsan e.


ENDÎŞEYA PÊXEMBER


168

Kurmanci

Edebiyat - Roman

2019




Bêjeyên Sereke

ENDÎŞEYA PÊXEMBER
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number