Piştî rojeke dirêj û germ, devdevê êvarê hêrsa tavê şikestibû. Roja di

pişt ewrên bela wela de veşartî, bi zerêqa xwe ezmanê şîn

dixemiland. Li hingûr xetek ji ewrên bi rengê îsporto, porteqalî, zer û

sor derketibû holê. Berî segûrka êvarê, pezê terî çolê li ser girên li

alî bakur û rojava mîna qeratiyan xuya dikirin. Tîrêjên ku çavên

mirov qul dikir çûbûn, di cihê wan de zerêqiyeke nerm hatibû ser

gundê Kelhesen ê li rojavayê Gola Xwê. Aramiyek veniştibû ser

cîhanê. Erd û ezman guh dabû ser xwe û li benda şeva hênik bûn.

Tîrejên rojê, di navbera ewrên bela de xwe berdidan newala ku

gund tê de hatî damezirandin û ew vekirî mîna tayên rengîn xuya

dikirin.

 


Evîn û Tolhildana - Çoko


144

Kurmanci

Edebiyat - Roman

2021




Bêjeyên Sereke

Evîn û Tolhildana - Çoko
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number