Roman çîroka evîna yekalî û zehmetîyên jiyana rojane ya Merdan vedibêje. Li kêleka evîna wî ya beramberî keçxala wî Perîyê ya trajîk çend çîrokên din ên evînî jî hene. Ya bav û dayika Merdan, evîna çîrokî ya ku Merdan dibêje, ya Riza û Ebrû, bi kurtî jî be ya Sîpan heye.

Evîna bav û dayika Merdan evîneke kilasîk a kurdewarî ye. Bi carekê re diqewime û bi revandinê bi dawî dibe. Kalikê Merdan bi awayekî kurdewarî ya klasîk tevdigere û dixwaze meselê bike meseleya namûsê. Lê kurê wî yê şoreşger bi ya bavê xwe nake. Di dawî yê de kalikê Merdan ji ya xwe nayê xwar lê bi ya wî jî nabe.

Evîna Merdan û Perî jî di bin sîha vê evînê de dimîne. Koçkirina wan a Stembolê ya ji nişkê de, Merdan dixe nava lêgerînê û di wê demê de evîna Perîyê ji bo wî dibe hêvî. Lê Perîya ku di bin tesîra çandeke arabesk de maye û bûyereke evînî-xapandinî di serê wê re derbasbûye, birîndar û li dijî malbata xwe kîndar e. Bi vê tesîrê tev digere...


EVÎNA BÊCIREKÎ


108

Kurmanci

Edebiyat - Roman

2015




Bêjeyên Sereke

EVÎNA BÊCIREKÎ
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number