Helbest çalakiyeke hişî, hawar û qêrîneke dilî ye. Hesen Slêvanî di berhema xwe ya “Ew Xanima Henê” da vê rastiyê bi zimanek herikbar,bi hêmayên nû û bi şêwazek cuda raberî me kiriye.Ew digel rastiya civakê û hest û bestên takekesiyê di nav hev de tekel nake.Berpirsiyariya xwe ya civakî û ya derûniya takekesî nake qurbana hev.Herdu aliyan jî bi taybetiyên wan ên resen,bi kodên li hevhatî yê devoka Behdînanê ji nû ve diafirîne.Ew çiyayên ku tu carî tifing û pêşmerge jê kêm nebûne doza alaya xwe dikin,ew dilê her bi xemginiyê re heval e bangî gula xwe ya hev nedîtî dike.Hesen Slêvanî berê me dide deriyê vegotinek nû û asoyeke rengîn.Heyv û şev û razên wan berbû û xwezginiyên me,stêrk û ba pasvan û rêvalên me ne.Bi xwendina vê berhemê em dest bi geryanekê dikin ji hişî ber bi dilê xwe ve ;em bi vê rêwitiyê rastî hêz û şiyana dilê xwe û pêdiviyên wê yên her hatine ko kirin tên.”Ew Xanima Hanê”,deriyê xwe nasîn û xwe kemilandinê ye;fermo!

“Tirsa şeve

Pêngavên hespekê ne

 

Li ser singa dayîkeka

Zaroya wê

Bi dirêjiya şeve

Ji bilî girî û birçîbûnê

Çi zimanan nizane”


Ew Xanima Henê


96




Bêjeyên Sereke

Ew Xanima Henê
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number