"Di kolana ku cih cih bi ava firaqan şilbûyî da bi pêş ve diçû. Kolan ewqas teng bû, hema hema ne pêkan bû ku du kes bêyi li hev nekevin bikarin tê da bimeşin û rêya xwe bidomînin. Malèn li her du milên rê rêz bûyî yên ku ji wan hinek yek qat, hinek ji du qat bün her dem weki ku dê bi ser merivan ve hilweşin dise kinîn. Merivan serê xwe ji şibakeyên wan derdixistin, awirên xwe bi guhnedêri dizivirandin ser wan kesên ku dihatin û diçûn. Kesî guh nedida bêhna pîs û ko mikên vizikan ên ku difirfirîn. Zarok, ji deriyên diki rin çirkeçirk ve dipekiyan kolanê, bi birê dileyistin, dikirin qijewij û bi dûr diketin. Rewşa van zarokan, hin pêxwas, hin bi cil û bergên peritî û hin jî bêderpê bûn; lê awirê wan diçirisîn. Ev rewş bi Beytar Nûrî xweş hat..."


Ey Dêrsim Bikene


884

Kurmanci

Edebiyat - Roman

2021




Bêjeyên Sereke

Ey Dêrsim Bikene
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number