Di nava dîroka xwe ya bi hezar salan da bawerîya Êzdîyatîyê, rêyeke pir dijwar û di nav astengîyên mezin re derbas bûye.

Her șaristanîyê xwestiye șaristanîya berîya xwe, her bawerîyê xwestiye, bawerîya berîya xwe tune bike, dewsa wê bigire. Bi hatina her olên nû yên mezin re, gelek civak û gelên kevnar tevî bawerî, rê û rism, eyd û erefatên xwe (carinan heta ziman jî) di bin giranî ȗ zordestîya wan bawerîyan de pelişîne, hatine jibîrkirin. Hinek rê û rismên kevnar ji alîyê wan ve hatine qedexekirin (hatine heramkirin), hinek jî anegorî bîr û boçûnên xwe reng û taybetmendîyên wan guhertin, kirin malê xwe. Ȇzdîyatî jî ji wan bawerîyên kevnar e, ku bi qurbanîyên mezin neket nav wê pêvajoyê, bi kevnarî û xisûsîyên xwe bi serê xwe ma. Civaka Ȇzdîyan di pêvajoya dîrokê ya bi ferman û komkujîyan dagirtî de karibûye hem ziman û bawerî, hem li rê û rism, urf û edet, eyd û erefatên xwe xwedî derkeve û biparêze. Ji wan hinek wek Ȇzdîyatîya kevnar in û ji bingeha wê ya hezar salan tên, hinek jî di pêvajoya dîrokê de kirasê demê li xwe kirine lê dîsa bi reng, ruh û naveroka xwe anegorî taybetmendîyên vê bawerîyê mane.

Ev berhem li ser bîr û bawerî, eyd û erefat û urf û edetên Êzidîyan e. Ev berhem ji bo nasîna civaka Êzdî berhemeke bêhempa ye.  


Êzdî û Bawerîya Wan


326

Kurmanci

Araştırma İnceleme Kitapları

2021




Bêjeyên Sereke

Êzdî û Bawerîya Wan
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number