Ev pirtûka li ber destên we xebateke lêkolînî ye, ji hêla du hevalên girtî ve hatiye kirin. Van her du hevalên hêja; Ramazan Çeper û Kamîran Yîtik, demeke dirêj li ser mijara mîtolojiyê xebat kiriye, di encamê de fehengeke mîtolojiyê derketiye holê.
Em hêvî dikin ku ev berhem jî di geşkirina vî agirê azadiyê de bibe çirûskek û dilê şopgerên rastî û heqîqetê germ û geş bike.

Mirov dikare bibêje ku mîtolojiya nexşeya civakê ya herî kevn e. Kodên çandê herî zehf di vê qadê de tên ziman. Kriptoyên nifşên hezar salan ku di nav xweza û civakê de xwe rêsandine herî baş di wê qadê de tên ziman. Mîtolojiya her gelî hinekî dişibe wî gelî. Yezdanên her gelî di şayesandinên mîtolojîk de hinek jî dişibin mirovên wî. "Bi kurtasî ji bo ku mirov kesayetî û giyanê civakekê nas bike, bi qasî ziman, çand û dîroka wî gelî divê mirov mîtolojiya wî gelî jî nas bike.


Ferhenga Mîtolojiya Kurdî


256

Kurmanci

Folklor

2017




Bêjeyên Sereke

Ferhenga Mîtolojiya Kurdî
Başarıyla Sepete eklendi !
whatsapp number